Rêbertî ji hundirê dîrokê bang li hemû mirovatiyê dike

Mazlûm Yildiz

Li Rovajayê Kurdistanê piştî êrîşên nemerd ên serê salê dest pê kirin berxwedana şervanan, tevlîbûna gel a nav seferberiyê, hevgirtina gelê Kurd û mudaxeleya Rêbertî hevdu temamkirin û Rojava careke din bûn rojeva sereke ya hemû cîhanê. Bi vî awayî êrîşên çeteyan, planên hêzên dagirker û hegemon careke din li îradeya gelê şoreşger a bi fikir û felsefeya Rêbertî bûye mîna pola qelibîn û ji hev ketin.

Gelê Kurd bi yekîtiya xwe di pêşengiya Rêber Apo de wê serkeftina xwe misoger bike. Rêber Apo weke lêgerê heqîqetê ji hundirê dîrokê bang li hemû mirovatiyê dike. Em jî weke şervanên Rêbertiya xwe di vê têkoşîna pîroz de cih digirin. Em ji ber vê pir serbilind in.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a nêzî salekê ye ji aliyê Rêbertiya me hatiye pêşxistin, berdewam dike. Rêbertiya me di hevdîtina xwe ya dawiyê de got, “Qonaxa yekem qediya û ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye. Ji bo hêza xwe di qonaxa duyemîn pêk bîne divê derfet bên afirandin.”

Bêguman pêvajoya Rêber Apo da destpêkirin bandora xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê kir. Tevgera Azadiyê jî berpirsiyartiyên ketin ser milên wê bêteredut pêk anîn. Gelê Kurd bi dildariyeke mezin nîşan da ku bi Rêberê xwe ne. Ev baweriya mezin a bi Rêber Apo re nîşan dide.

Di vir de yek ji xisûsên girîng jî ew e ku dewleta Tirk jî gavên berbiçav biavêje. Belê di bin banê meclîsê de komîsyonek hat avakirin, bi gelek aliyan re hevdîtin jî kirin. Sê parlamenterên di komîsyonê de cih digirin çûn cem Rêber Apo jî û rapora komîsyonê hat qebûlkirin. Tevî van jî di siyaseta dewleta Tirk de hê tiştekî baweriyê bide Kurdan zêde xuya nake. Beriya her tiştî divê zimanê nîjadperestî, heqaret û biçûkkirinê were terkkirin.

Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan nîşanî her kesî da ku wê li hember her cure êrîşan berxwedanê esas bigire. Ev rastiyek e ku ti hêz nikare bi şer, komkujî û sirgûnan gelê Kurd ji rêya azadiyê vegerîne. Lewma divê rayedarên dewleta Tirk li ser vî bingehî xwe di ber çavan re derbas bikin.

Dîsa divê êdî dawî li gefên xwe yên li hember Rojava, Şengal û Mexmûrê bînin. Zimanekî çêker ê li gor ruhê pêvajoyê wê bi Tirkiyeyê jî û hemû herêmê jî bide qezenckirin.

Li ser vî bingehî ez careke din weke gaziyekî şer, berxwedana gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ji dil û can silav dikim. Ez ji vir heya Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim. Em ê weke gaziyên şer rol û mîsyona Rêber Apo daye me bi dil û can pêk bînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button