Rêber Apo: Sala nû bila bibe sala aştiyê ne ya şer

Rêber Apo: Hêvîdar im sala nû li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê derî li pêşerojeke demokratîk, aştî û azadiyê veke; sala nû di serî de li gelên têkoşer, li dostan hemûyan pîroz dikim.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) peyama sersalê ya Rêber Apo parve kir. Di peyamê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Peymana 10’ê Adarê ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Şamê de hate îmzekirin, peyamên girîng hene.
Peyam bi vî rengî ye:
“Ber bi sala nû ve em neçar in careke din bi bîr bixînin, bê êrîşên emperyalîst ên sedsala derbasbûyî û neteweperestiya ku di zikhev de bi rê ve çûn, Rojhilata Navîn çawa xist nava şerê giran, hilweşîn û cihêbûna civakî. Mezhebperestî û neteweperestiya nijadî ya heyî xwe dispêrin vê dîroka nêz a bi êşê dagirtî. Mixabin pergala hegemonîk, bi stratejiya ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ bi awayên cuda tê dewamkirin.
Ji ber vê yekê, li gel zor û zehmetiyan hemûyan perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me afirand ne tenê tercîhek e, di heman demê de mecbûriyeteke dîrokî ye li ber me ye. Eger ev perspektîf rast were fêmkirin û were nirxandin, wê pêşî li şer bigire û li dijî vê yekê jî wê netewe hemû bi awayekî wekhev û jiyanek azad bi hev re bijîn. Eger yekîtiya gelan çêbibe wê ev bibe jehrkuja li dijî şer. Di serdema pêş de berpirsiyariyek me ya dîrokî û bingehîn heye; ev jî ew e ku em dikaribin pêşî li şer bigirin û em ê li pêşiya encamên felaketî bigirin.
Li Rojhilata Navîn krîzek dijwar û şerê polîtîk hene. Ev jî dewamiya despotiyek hezar salan e ku heta îro tê. Ev jî ji ber feraseta şaristaniya dewletparêz e ku li ser desthilatê xwe bi rê ve dibe derdikeve holê û xitimî ye û encamek ku nikare xwe bidomîne.
Pirsgirêka Kurd di navenda van krîzan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî dikare bi aştiyek civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were. Pirsgirêk ne bi rêbazên şer, leşkerî û ewlekariyê lê dikare li ser zemînek demokratîk ku îradeya gelan ji xwe re esas digire were çareserkirin. Gelekî girîng e ku bi vî rengî bê nirxandin.
Divê em ji bîr nekin ku heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Heta ku pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêrsalar neyê çareserkirin, çanda şer bi dawî nabe û aştî jî mayînde nabe. Ji ber vê yekê ez azadiya jinan, wek avakarê civaka demokratîk û rêgeza jêveneger dibînim.
Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyek demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkun bidome û vê yekê daxwaza wekhevî û azadiya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera QSD û rêveberiya Şamê de Peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modelek siyasî ya demokratîk e ku hemû gel ango netewe bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî dikare bi rêveberiya navendî re muzakere bike û zemînek entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10’ê Adarê wê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de bi pêş bixe.
Gelekî girîng e ku Tirkiye di vê pêvajoyê de bi rola hêsanker, çêker û diyalogê rabe. Ev yek hem ji bo aştiya herêmî hem jî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî pir krîtîk e.
Dîroka Rojhilata Navîn a modern, bi giranî dîroka ‘şoreşên neyînî’ ne. Şer, zordarî, înkar û hilweşîn… Li hemberî vê yekê jî pêşniyara me ‘şoreşa erênî’ ye. Ango jinûve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî. Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkek ji nû ve. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya di nava aştiyê de tê meşandin wê kîn, dijbertî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesî deriyê jiyaneke nû vebike.
Bi vê têgihiştinê hêvîdar im sala nû nebe sala şer, hilweşîn û cudabûnê; bibe saleke welê ku îradeya avakirina bi hev re ya paşeroja hevpar a gelan, aştî û lihevkirina demokratîk bi xwe re bîne.
Daxwaza min ew e ku sala nû li Tirkiye, Rojhilta Navîn û cîhanê, rê li ber aştî azadî û pêşerojeke demokratîk veke. Di serî de sala gelên ku têdikoşin, ez sersala hemû dostan pîroz dikim.
Hêvî dikim ku sala nû ji bo tevahiya gelê me aştî û jiyaneke bi rûmet bîne, hezkirin û silavên xwe radigihînim.
Wê ev dem bi azadiya jinê xurt bibe, di nav aştiyê de gel wê bi demokratîkbûnê ve bibin yek.
30’ê Kanûna 2025’an
Abdullah OCALAN
Îmrali.”




