Rêber Apo ji bo pêşengên azadiyê Altûn û Kaytan peyam şand

Rêber Apo ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyam ji bîranîna li Tûzlûçayir re şand û got, “Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.”
PKK’ê, li ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, 12’emîn Kongreya xwe pêk anî û ragihand ku kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn şehîd bûne. Hat gotin ku Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de, Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne.
Rêberê Apo têkildarî kongreya PKK’ê, Kaytan û Altûn peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan di şîna Kaytan û Altûn de hate xwendin. Peyam, ji hêla parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.
Peyama Ocalan wiha ye:
“Hevrêyên hêja,
Min bi xemginiyeke mezin bihîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane.
Ez ê piştre der barê bîranîna herdu rêhevalan nirxandineke berfireh bikim, ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim.
Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye.
Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû weke nirxên bingehîn ên îlhamê ew ê heta bi hetayê rolên xwe bilîzin.
Di têkoşîna me de wê weke rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.
Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12’emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim.
Abdullah OCALAN
Îmrali / Bursa
12.05.2025″