Rêber Apo ji bo gelê Kurd bû nûvejîn û hebûn
Leyla Amûdê

Weke ku tê zanîn zayîn dewamiya jiyanê ye û ger ku zayîn tunebe, wê jiyan û hebûn jî raweste ji ber ku her tişt dinava gerdunê de; bi zayînê xwe berdewam dike û zayîn jî ji zêde bûnê tê û ger, ku tiştek zêde nebe xelas dibe û hemû mewcudat jî heman zêdebûnê jiyan dikin. Mirov ji tiştên ruhber bigire dest û heyanî tiştên ne ruhber jî hemû xwe bi zêde bûnê berdewam dikin. Di her zayînekê de hebûn teqez li wateya xwe digere û derfetên jinûve afirandinê li ku dibe bila bibe peyda dike. Lewra ev heqîqetên zayînê herî zede jî di rastiya Rêber Apo de şênber bûne. Hebûna ku di sala 1949’an de roja 4’ê Nîsanê li gundê Amara pêk hat, di sala 1974’an de li kêleka bendava Çûbûkê ya li Enqere dest bi avakirina wateya xwe kir. Ev mehên biharê û rojên Newrozê ku bi mizgîniya vejînê ve dagirtî ne, bi meşa Rêber Apo ya 53 salan ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bindest bû hêviya azadî û baweriya paşeroja azad.
Zayîna fikrekî mîna zayîna zarokekî ye. Bi wan gotinan Rêber Apo heqîqeta ‘Kurdistan mêtingeh e’ derxist holê û roj bi roj mîna ku zarokekî xwedî bike li ser vê rastiyê dil û mêjiyê gelê Kurd bi fikrê azadiyê têr û tijî xwedî kir. Di meşa xwe ya 53 salan de gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar kir û hebûneke bi wate û bi rûmet diyarî wan kir. Lewra roja bûyîna Rêber Apo bû zayîna fikrê azad, bû zayîna dil û mêjiyê azad, bû zayîna Kurdistan û gelê wê yê azad. Jina Kurd a ku bi hezaran salan li pişt dergehên tarî û reş hatibû kilît kirin, bi zayîna Rêber Apo kilîtên li pêşiya azadiya xwe şikand û di roja me de mîna zayînek nû, bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihîşt asteke ku li hemberî pergala zayendperest, ji jinên cîhanê re pêşengiyê bike. Her wiha Rêber Apo destnîşan dike ku hîn di zarokatiya xwe de jinan bi baldarî ew dişopandin, da ku jê re bibêjin ‘Ey zarok, tu nizanî me çi êş kişandiye û çi hatiye serê me.
Lê em di çavên te de hêviya xilasiya xwe dibînin’. Hevrêtiya Rêber Apo bi jinê re hîn di temenê pir biçûk de destpê dike û ew şahîdiya rewşa jinê ya xembar, stûxwar, şikestî dike. Lewma têkoşîna azadiya Kurdistanê li ser hîmê azadiya jinê dide rûniştandin. Rêber Apo bi afirandina paradîgmaya jiyana azad di heman demê de ji bendewariya, jinên ku digotin ‘di çavên te de hêviya xilasiya me veşartiye’re bû bersiveke dîrokî. Ji çar perçên Kurdistanê heyanî Efxanistanê û ji wir heta, bi Misrê û Lubnan ev fikir, felsefe û sekna azad; li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe. Her jineke ku lêdana dilê wan sekinî bû, hêviyên wan yên jiyanê nemabû, baweriya wan a ji bo siberojê xilas bûbû, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku ji bo hemû jinan zayîneke nû ye, li koka xwe ya jiyanê vegeriyan, weke darekê roj bi roj şîn û mezintir bûn. Lewra ji bo vê em dibêjin: Ji dayikbûna Rêber Apo rojbûna jina azad e, hebûna Rêber Apo hebûna nasnameya jina azad e.
Divê her jin bi vê têgihiştinê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe, bibîne û li ku dibe bila bibe di pileya herî bilind de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tevlî têkoşînê bibe. Ev berpirsyartî erka jin, ciwan û lêgerînerên azadiyê hemûyan e. Û weke ku gelê me û dostên xwe bi pêşengtiya jinên çalakvan, 8 Adarê, 21 Adarê û 28 Adarê bi kelecan û coş; pîroz kirin û wateyeke pir mezin li wan rojên giranbiha barkirin wê, di 4’ê Nîsanê de jî sekna xwedîderketina, li Rêber Apo bidin nîşandan û wê çalakiyên xwe berdewam bikin. Ez bawerim ku wê jin, ciwan û hemû civak heya roja vejînê ya 4 ê Nîsanê; rojbûna pîroz a Rêber Apo bi têkoşîneke pir xurt û bibandor pîroz bikin. Wê çalakiyên jinan berdewam bikin û ji bo azadiya Rêber Apo, têkoşîna xwe li qadan hîn zêdetir xurt bikin. Wê gelê Kurd û jinên çalak li vîna xwe xwedî derkevin û tevî, hemû lîstikên qirêj ên komplogeran jî vala derxînin û serketineke mezin bi dest bixînin.
Rêber Apo beriya vê bi 53 salan gotibû ‘Kurdistan mêtingeh e’. Ev heqîqet niha weke rojê diyar dibe û rûpeşên li ser rûyê komplogerên, nav dewletî û mêtingerên hevkarên wan li hember rastiya gelê rêxistinkirî careke din derket holê. Gelê Kurd bi sekna xwe diyar kir ku di bin kîjan maskeyê de dibe, bila bibe tekez wê rastiya mêtingehan nas bike û wê wan rastiyên; wan bi wêrekiyeke pir mezin li rûyê wan bide. Ev sekn sekna Rêber Apo ye, ev sekn sekna gelê Kurd ê xwedî rûmet e. Lewra ti caran nakeve, naşikê û paş de gav navêje. Gelê Kurd, jina Kurd, ciwanên Kurd têkoşînê jî, berxwedaniyê jî ji Rêber Apo fêr bûn. Her wiha sekna li hember mêtingeriyê ku ji aliyê gelê me ve herî dawî hate raberkirin, cardin jî bû nîşaneya vê yekê. Gelê Kurd ronahiya xwe dîtiye, êdî ne gengaze ku vegere tarîtiyê. Ew ê di her zirûfê de xwedî ronahiya xwe derkeve û biparêze.
Her wiha li çar aliyê Kurdistanê û tevahiya cîhanê dilê her, Kurdan bi heman armancê lêdaye, di şexsê gelê Kurd de mirovahiya pêşverû jî li Rêber Apo xwedîderketin û miletê Kurd; li her deverê li vîna xwe li Rêberê xwe yê netewî xwedî derketin. Lewma divê bê zanîn, ku ji bo dagirkeriyê ti rêyeke derveyî domandina, pêvajoya çareseriya aşîtî û entegrasyona demokratîk nine. Û ger ku dewleta Tirk rast çareseriyê dixwaze wê li Rêberê, gelê Kurd guhdarî bike û xwe ji gavên zagonî re hazir bike û dem dema; çareseriya aşîtî û binyad kirina civaka demokratîke. Rêber Apo di serî de gotiye: Ez ji her demê zêdetir ji bo pêvajoya çareseriyê hazirim û 53 sale ku, Rêber Apo ji bo çareseriyê têkoşîn dike û ji wan 53 salan jî 27 sale ku ji her demê zêdetir; kar û xebat kiriye û niha jî gerek têkoşîn û kar û xebata, Wî bi encam bibe û aşîtiyeke meyendî ji gelê Kurd û gelê Tirk re pecan bibe.
Û gerek demeldest gavên zagonî werin avêtin û ciyê Rêber Apo, were guhertin û azadiya Wî ya fîzîkî misoger bibe û gerek kar û xebata Rêber Apo, ya sal û nîvê ya dawiyê ji bo çareseriyeke mayendî bi encam bibe. Û gelê Kurd û gelê Tirk paşerojeke xwe ya wekhev û azad jiyan bike û rojên, aşîtî û aramiyê bibînin û serdema xwe ya ronahî bûnê jiyan bikin. Li ser van temelan ez careke din cejna vejînê ya Rêber Apo û gelê Kurd û gelê Tirk, pîroz dikim û jêre temenekî dirêj û bi tendurust hêvî dikim û dibêjim: Em bi Rêber û feylesufê xwe hene û dikarin azad bijîn. Bijî Rêber APO. Bijî yekitîya gelan û Entegrasyona demokratîk, Bjiî Kurd û Kurdistan. Jin jiyan azadî.




