Rêber Apo hebûn, jiyan û heqîqeta mirovahiyê ye
Destîna Bêrîtan

Ji sedê salan ve gelê Kurd di nav lepê qirkirina çandî de ye. Hîn jî ew qirkirina reş berdewam dike û dijminê xedar hewl dide bi temamî hebûna Kurd ji ser rûyê dinyayê rake. 15’ê Sibata 1999’an li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan bi komployeke navneteweyî xwestin ronahî û hêviya civaka Kurd bi temamî bişikînin û wan binax bikin. Pir zelal û vekirî xuyaye destê dewletên navneteweyî di komployê de heye. Ev jî berdewama komploya sala 1925’an li ser pêşengê gelê Kurd Şêxê Mezin Seîdê Pîranî ye. Ez di serî de komploya navneteweyî ya bêbext şermezar û protesto dikim. Dibêjim bi vîna xwe ya ji pola em ê bêbextiya reş a navneteweyî vala derxin û Rêberê xwe di hêla fizîkî de azad bikin. Ez tevahî şehîdên xwe li dora Rêberê neteweyî, Rêber Apo kirin xelek bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî mezinahî û pîroziya wan ditewînim. Soza bilindkirina têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji wan re didim.
Divê were zanîn li ti devera cîhanê helwestên wiha bi hêz weke helwesta şehîdên bi rûmet nehatiye dîtin. Ger hatibe dîtin jî tekez pir lawaz û kêm e. Lê di welatê me de qehreman û dîlawerên wiha şêrejinên weke Rojbîn Ereb, Şaristan Mardîn, Dîlan Wan û mêrxasên weke Xalid Oral, Taylan, Yekta û bi dehan cengawerên mîna wan dilêran ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bedena xwe dane ber agirê pîroz. Lê belê cara yekê ye di dîroka Kurdan de qehremanî û fedaîbûneke wiha ji dil û can hatiye xuyakirin. Ew qehremanî û fedaîbûn di nava Tevgera Azadiyê de bûye çandeke resen a jiyanê.
Wan lehengên dilwêrek bi ruhekî germ û bi hestên dewlemend berê xwe dan dijminê hov û xwe kirin teqemeniyên zindî. Bi çalakiyên xwe yên fedaî navê xwe bi tîpên zêrîn di pelên dîrokê de nivîsandin. Pêwîst e were zanîn komploya li ser Rêber Apo, komployeke li dijî tevahî gelên bindest û azadîxwaz e. Dîsa divê were zanîn ev komplo li ser tevahî jin û mirovahiyê ye. Di heman demê de hewce ye mirov bal bikişîne ser Peymana Lozanê ya di sala 1923’an hatiye mohrkirin û di encama wê de Kurdistan hatiye parçe kirin jî. Ji wê demê ve gelê Kurd tevî welatê xwe yê bûye çar parçe, ji hêla, dewletên netewe ve hatine dagirkirin, rastî qirkirina fizîkî û çandî hatine. Ya din jî hedef û armanca vê ew bû ku bi siyaseta înkar û tinekirinê Kurdan ji Kurdbûyînê derxin û bênasname bihêlin. Komkujiyên li ser gelê Kurd heya roja me ya îro jî çêdibin.
Yê li hemberî wê înkar û tinekirinê derket û têkoşîn kir da ku gelê Kurd ji wê xefkê rizgar bike Rêber Apo ye. Ji ber wê Rêbertî hedef hate girtin. Rêbertî 26 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ew Kurdên ji hebûn, dîrok û çanda xwe hatibûn biyanîkirin û hew li xwe mukir dihatin ku Kurd in, bi ked û hewldana mezin a Rêberê gelê Kurd Rêber Apo ji xewa giran şiyar bû. Rêbertî ew qedera li ser gelê Kurd hatibû ferzkirin guhert. Mirovên Kurd ên mehkûmî bindestî û koletiyê hatibûn serwext û zana kir.
Ew gelê ji sih û xeyalên xwe ditirsiya bi saya Rêber Apo bû xwedî tevger û artêş. Mirovên Kurd ji tarîtiya sedsalan rizgar bûn, jiyan, ruh û mejiyê wan rohnî bû. Hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de xwestin li ser jinan û di şexsê jinan de li ser civakê jî komployê bidin pêkanîn û keda Rêbertî têk bibin. Ji ber ew hêz pir baş dizanin hevaltiya Rêbertî ya bi jinan re rast e. Lewma ketin nava hewldana têkoşîna 50 salî têk bibin, jinan û di şexsê jinan de civakê di nava koletiya kevnar a 5 hezar salan de bifetisînin. Ji ber vê Rêber Apo hate armancgirtin. Ya din jî wan komplogeran xwestin xwe li ser tevahî beşên civakê û bi taybet jî li ser jinan serwer bikin û pergala xwe ya riziyayî ji nû ve zindî bikin.
Bi têkoşîn û berxwedana Rêber Apo bingehê pergala kevnar a temsîla xwe di pergala sermayedar de dibîne hate hejandin û roj bi roj tê hilweşandin. Bi helwesta şehîdên qehreman ên dirûşm bilind kirin û gotin, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dora Rêbertî bedena xwe kirin gilokek ji agirê geşkirî. Ji tevahî cîhanê re dan diyarkirin, hûn hew dikarin Rêber û pêşengên me ji holê rakin, êdî dor hatiye we, hûn ê têk biçin. Rêber Apo hebûn, jiyan û heqîqeta mirovahiyê ye. Lewma her kes li dora Rêbertî dicivin û hemû hewldanên hêzên komploger pûç dikin. Wê teqez 15’ê Sibata îsal ku weke roja reş tê binavkirin têk biçe û em ê vê rojê veguherînin ronahiyê. Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were wê têkoşîna me bi dijwarî bidome.