Pirsgirêkên li Sûriyeyê

Asya Weşûkanî

Piştî hilweşîna pergala partiya Baas û reva serokê wê Beşar Esed a Rûsyayê tevahî gelên Sûriyeyê dilşad û kêfxweş bûn. Vê rewşê her kes xiste nav fikrên wê rewşa welat were guhertin. Lê mixabin tevahî xeyal û hêviyên jin û civakê badilhewa çûn û pergaleke versiyona pergala Baas hate ser desthilata Şamê. Dema mirov li rewşa derûniya xelkên Sûriyeyê temaşe dike, mirov gelekî xembar dibe.

Ev çeteyên ji her deverên cîhanê kom kirine li beravên Sûriyeyê komkujiyan pêk tînin, keç û jinên xelkên Elewî, Nusayrî direvînin, bi zorê bi çeteyên cîhadîst didin zewicandin. Êdî li wan deveran mirov newêrin ji malên xwe derkevin. Ji ber êrîş dikin, li ber çavên dayik û bavan zarokan qetil dikin, heqaretan li baweriya wan dikin.  Xelkên Elewî û Durzî diqîrin û dibêjin, “Bila hêzên navneteweyî bi hewara me ve werin.”

Xelkê me yê Durzî li gelek deveran bi îlhama ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin, xwe rêxistin dikin. Bêguman xweparastin û xwerêxistinkirin mafê her bawerî, gel û neteweyan e.

Ew hêzên HTŞ’ê yên li Şamê bûne desthilatdar hê jî di ya xwe de israr dikin, gel, netewe û baweriyên cuda ji nedîtî ve tên. Êrîşên li ser sivîlan ji mafê xwe dibînin. Bêrehm bi ser mirovan de diçin û vê jî bi hinceta bermahiyên pergala Baas dikin.

Ev hincetên wan bêbingeh û derew in. Hewl didin bi vî rengî raya giştî ya navneteweyî bixapînin. Mirovên hatine kuştin jî sivîl û bêguneh in. Xelkên Sûriyeyê di nav zor û zehmetiyên pir dijwar de dijîn û dibêjin, “Colanî û desthilata wî ji pergala Baas hîn xerabtir e. Em wî naxwazin.” Jixwe eger serokek bibe sedema talan û kuştina mirovan, wê çawa bê qebûlkirin.

Ez bi xwe pir baş dibînim ku pergala Baas hilweşiya. Lê qet divê neyê jibîrkirin ku pergala nû ya bi navê HTŞ’ê û desthilatdariya Colanî ji wekhevî û demokrasiyê fêm nakin. Tenê ji tundiyê fêm dike û dibe ku tundî jî bi xwe re tundiyê bîne.

Tişta mirov ji Colanî fêm dike ew e bi malbata Esed re hesabekî wî yê şexsî heye û xwestiye tola bavê xwe ji wan rake. Lê wiha bêwijdan e ku tevahî xelkên Sûriyeyê ji tola malbata xwe re dike qurban. Jixwe dema tirsa pergala Baas ji ser civakê rabû, çeteyên HTŞ’ê jî dest bi teqlîda endamên pergala Baas kirin. Li ser jin û civakê zext meşandin.

Dema mirov kiryarên wan çeteyan dibîne, mirov pir hêrs dibe û dibêje ku ti wateya têkçûna pergala Beşar Esed nîne.  Ji ber ên hatin şûna wan di tundûtujiya xwe de pergala Baas derbas kirin. Wer dixuye ku ew kes hewl didin xwe bikin weke sultanê Osmaniyan ê bi navê Selîm. Lê divê zanibin ku ji zû ve serdema sultantiyê derbas bûye û wê xeyalê wan qet pêk neyê. Gelên Sûriyeyê bi giştî hevdu qebûl dikin, lê kes pergala HTŞ’ê napejirîne.

Naxwe teqez pêwîst e rayedarên HTŞ’ê zanibin ku serdema hişmendiya wan bihuriye. Ya wê xwe derbas bikin yan jî wê werin derbas kirin û têk biçin. Kîjan hêza derve ya herî mezin li pişt wan be jî wê ji devê mengeneya civakê xelas nebin. Wê dawiya wan weke dîktatorên din be.

Em weke jin û civaka Kurd ên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêş xistine li her cihî em hevkarî û dostaniya gel û jinan dikin. Em qet şer û tundiyê naxwazin. Me xwe li xwişk û biratî û hevaltiyê girtiye. Em weke her demê ji bo cîhana me bibe bihuşteke her gel û bawerî bi azadî û wekhevî têde bijî em ji her berdêldayînê re amade ne.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button