Peyama Rêbertî ya sersalê ji bo kesên çareseriyê dixwazin rê nîşan dide

Gaziya şer Barîn Sorxwînê ya têkildarî peyama Rêber Apo ya sersalê kêfxweşiya xwe anî ziman got, “Weke hemû hevalên gaziyên şer min jî ji peyama Rêber Apo coş, heyecan û hêz girt. Ev peyam ji bo her kesên çareseriyê dixwazin rê nîşan dide. Bi vê wesîleyê ez sala 2026’an li Rêber Apo û hemû azadîxwazan pîroz dikim.”

Gaziya şer Barîn Sorxwînê têkildarî peyama Rêber Apo ya sersalê û geşedanên li herêmê nêrînên xwe anîn ziman.    

Barîn Sorxwîn anî ziman ku Rêber Apo ji bo gelan çareseriyeke mayînde dixwaze û got, “Me peyama Rêbertî girt û bi heyecaneke terîfa wê zehnet e me dubare dubare me xwend. Weke gaziyên şer û bi taybet jinên şoreşger ên Apoyî bi peyama sersalê ya Rêber Apo em pir kêfxweş û şad bûn. Weke hemû hevalên gaziyên şer min jî ji peyama Rêber Apo coş û hêz girt. Ev peyam ji bo her kesên çareseriyê dixwazin rê nîşan dide. Bi vê wesîleyê ez sala 2026’an li Rêber Apo û hemû azadîxwazan pîroz dikim. Em ê ji her wextê zêdetir ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin. Bi îlhama me ji peyama Rêberê xwe girtiye bi bîr û bawerî em ê têbikoşin.”

Barînê anî ziman ku Rêber Apo di peyama xwe de diyar kiriye rêgirtina li ber şer û pevçûnan berpirsiyartiyeke dîrokî û bingehîn e û wiha axivî, “Em hemû jî dizanin ku Rêber Apo zêdetirî 50 salî ye ji bo çareseriyeke aştiyane ji dil û can têkoşîn dike. Di mijara aştî, pêkvejiyan, aramî û jiyaneke bêşer de ne tenê Kurd, tevahî gelên herêmê û jin ji Rêber Apo bi hêvî ne.”

Gaziya şer Barîn Sorxwîn hêviyên xwe yên ji bo sala nû jî wer anî  ziman, “Hêvîdar im wê sala nû bibe sala xêr, xweşî, azadî û jiyana wekhev. Me weke jin û civak me bêriya jiyana wekhev û azad kiriye. Ez xwedî hêviyeke pir mezin im ku em ê sala 2026’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Careke din ez sala nû li Rêber Apo, hevalan, jinan û hemû gelan pîroz dikim. Ji gelê xwe û gelên herêmê re jiyaneke serfîraz û azad dixwazim.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button