Pêwîst e şoreşger ji bo xweşikbûna jiyanê têkoşîn bikin
Selena Dêrik

Bêguman pirsgirêkên civakê pir zêde bûne. Pirsgirêk ewqasî li nav hev ketine ku weke tevna pîrê lê hatiye. Mirov hew dikare ji nav derkeve. Herî zêde jî pirsgirêkên jin û şeran serê mirovan mijûl dikin. Hêzên dagirker û hegemon bi şerê taybet hewl didin mirov ji hev yeqîn nekin û li ser tiştekî herî biçûk jî pev biçin. Tekez divê were zanîn ku dema baweriya mirovan bi hev nemîne, civak ber bi xerabbûn û hilweşînê ve diçin. Ev rewş gelek caran dibe sedem ku mirov wateyê nedin jiyana xwe û têkevin nav tengasî û pêxirtengiyan.
Em ji Rêber Apo fêr bûne ku jiyan bi têkoşînê xweş dibe. Dema jiyan xweş dibe jî tê hezkirin. Pêwîst e mirovên şoreşger her ji bo xweşikbûna jiyanê têkoşîn bikin. Bi fikir, ruh û çalakbûna xwe jiyanê bedewtir bikin û bînin rewşa hîn xweştir bibe. Ez çima wiha jiyanê û bedewiya wê dinirxînim? Ji ber mirovên xerab, ferdperest û berjewendîperest timî di nav hewldana qirêjkirina jiyanê de ne. Ev kes û hêz bûne sedema mirov ji jiyanê birevin. Ez jî dibêjim ku hewce ye em ewqasî jiyanê xweş û bedew bikin ji bo wê têkoşîn were kirin.
Divê were zanîn ku desthilatdar û mirovên li dora wan ên hevkar xwedî fikir û hişmendiyeke mîna qetranê tarî ne. Tu dibêjî qey jehr ji rûyê wan dibare. Dixwazin jiyanê li jin û civakê reş û bêwate bikin. Bi vî rengî armanc dikin wan di nav derd û êşan de bixeniqînin.
Me hemûyan jî dît bê çeteyên rûreş çi anîn serê xelkên me yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Li wan taxan her kesî bi heval, hogir, cîran û nasên xwe bi aştî û biratî jiyana xwe didomandin. Lê ew çeteyên hov bi êrîşên bêbext û nemerd bûn sedema koçberiya bi hezaran mirovan. Li wan taxan li hember êrîşên bêbext di pêşengiya fermandar Ziyad Heleb, Denîz, Amara, Leyla, Dilbirîn û gelek şervanên bi rûmet de berxwedaneke wê di rûpelên zêrîn ên dîroka lehengiyê de bê nivîsandin hat nîşandan.
Gelê Kurd weke gelekî qedîm ê li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê tevî gelek caran rastî xiyanetê hatiye jî ti carî êrîşî xak û hebûna kesî nekiriye. Hewl daye li ser xaka xwe ya jêre Kurdistan tê gotin bi ziman, çand û hebûna xwe bi azadî bijî. Kurd bi cîran û dostên xwe re durist û rast in. Lê dema rastî êrîşên nemerd tên jî bi lehengî dikarin li ber xwe bidin.
Weke hevrê û hevalên wan şervanên hêja yên li hember êrîşên li ser Rojava bi lehengî li ber xwe dan û çûn şehadetê heya serketinê em ê têkoşîna rûmetê bidomînin. Em sozdarên şehîdên xwe ne. Hedef û armanca wan em ê ji sedî sed pêk bînin û wan bidin jiyandin.




