Pêwîst e jin û ciwan ji bo serketinê erkên xwe bînin cih

Gaziyên şer der barê pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin gotin, “Pêwîst e herkes bi taybet jî jin û ciwan tiştên di vê pêvajoyê de ji wan tê xwestin pêk bînin û ji bo serketinê erkên xwe bînin cih.”

Gaziyên şer Zîlan Kobanê û Gulçîn Xoşmêr der barê pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber dest pê kir nêrînên xwe anîn ziman.

‘Pêwîst e em fikrên Rêber Apo pir baş fêm bikin’

Gaziya şer Zîlan Kobanê ji bo serdema aştî û civaka demokratîk diyar kir ku Rêber Apo gaveke pir mezin ber bi çareseriyê ve avêt û got, “Ez ji dil û can bawer im ku wê têkoşîna Rêber Apo pêşengiya wê dike, bi serkeftinê tacîdar bike. Peyam û banga  Rêber Apo em pir kêfxweş kirin. Piştî bi salan bihîstina dengê Rêber Apo em kirin nav coş û heyecaneke terîfa wê pir zehmet e. Divê em pir baş fikir û ramanên Rêber Apo bixwînin û fêm bikin.  Jixwe Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê me gihiştiye her derê. Pêwîst e herkes bi taybet jî jin û ciwan tiştên di vê pêvajoyê de ji wan tê xwestin pêk bînin û ji bo serketinê erkên xwe bînin cih.”

Zîlanê destnîşan kir ku êdî wext hatiye li  Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê şer bi dawî bibin û ev xisûs anî ziman, “Divê hemû gel bi hev re li hember tundiyê têkoşîn bikin, destên xwe bidin hevdu. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo jiyana pêkve ya hemû gel û baweriyan çavkaniyeke bêhempa ye. Bi taybet divê jin têkildarî fikir û û bîrdoziya Rêber Apo xwe pêş bixin. Rizgariya gelan û jinan bi pratîzekirina paradîgmaya Rêber Apo wê teqez pêk were.”

‘Em ê hêviyên şehîdên xwe bînin cih’

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr jî anî ziman ku di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin û wiha axivî, “Hewce ye her yek ji me destê xwe têxe bin kevir û barê şoreşê rake. Weke hevalên gazî me şer kir û ji bedena xwe me parçe dan. Bi serwextbûna ku gazî pêşeng û parêzvanên xeta têkoşîna azadiyê ne, di vê pêvajoya nû de em ê erk û berpirsiyariyên tên xwestin bînin cih. Rêber Apo diyar dike ku yên  şer kirine dikarin aştiyê jî pêk bînin. Wê ti carî keda şehîdan û gelê me vala neçe. Em ê hêviyên şehîdên xwe bînin cih.”

Gulçîn Xoşmêr axaftina wiha dewam kir, “Banga Rêber Apo, bangeke pir dîrokî ye. Ez serbilind im ku xwedî, Rêberekî wiha zana me. Em weke jin û civak xwedî şansekî pir mezin in ku Rêberê me Abdullah Ocalan e. Pêwîst e tevahî gelên azadîxwaz  xwedî li keda Rêber Apo û şehîdên qehreman derkevin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button