Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo hemû mirovan e
Gaziya şer Arjîn Kobanê…

Pirseke pir girîng di hişê min re derbas dibe. Gelo çima gelê Tirk ewqasî li beramberî pêvajoya çareseriya aştiyê bêdeng dimîne? Ev bêdengî mirov dide fikirandin. Li gorî nêrîna min divê gelê Tirk û nexasim jî mirovên rewşenbîr û azadîxwaz xwe hîn zêdetir berpirsiyar bibînin. Pêwîst e herî zêde jî jin û ciwanên Tirk çalak bibin û ji bo bêdengkirina çekan xwedî bandor bin. Hewce ye bibin weke bendaveke qewîn li pêşiya şer, zimanê lihevhatin, xwişk û biratiya gelan xurt bikin.
Gelek caran pirsên min ên wiha çêdibin. Ez hewl didim wan pirsên xwe bi gelê Tirk re li ser raya giştî parve bikim. Divê rayedarên dewleta Tirk van mijaran bi rêya çapemeniya azad nîqaş bikin. Mînak Kurdên li her çar parçeyan û li derveyî welat jî têkildarî pêvajoyê nêrîn û nirxandinên xwe dikin.
Li Tirkiyeyê bi piranî nêrînên siyasetmedaran ji raya giştî re tê parvekirin. Kes zêde nirxandin û şîroveyên gel meraq nake. Çapemeniya girêdayî dewletê qet pêwîst nabîne ku fikra gel guhdar bike.
Divê were zanîn ku pergala partiyan navendî ye û azadiya fikir nade. Endamên partiyan ji ber berjewendiyên xwe yên maddî bêdeng dimînin. Hinek ferdên li ser erk jî ji mafê xwe dibînin ku xwe bidin xeberdan û gelek ji wan jî jehr ji devê wan dertê. Halbûkî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo hemû mirovan e. Aştî ji her kesî re pêwîst e. Lewma divê ferd jî xwe li gorî wê bi rêk û pêk bikin.
Hewce ye were zanîn ku pirsgirêkên heyî yên tevî civakan e. Lewma divê civak biryara xwe bide û pêşeroja xwe esas bigire. Ji ber wê careke din ez dibêjim ku pêwîst e gelê Tirk jî nêrînên xwe bi serbestî û aramî bîne ziman. Eger wiha nebe Xwedê dizane bê wê desthilatdar çi bînin serê civakê. Pêwîst e civak biryar bide û vîna xwe temsîl bike.
Her kes dibîne ku ev salek û nîv e ti şer û pevçûn çênebûne û ya herî rast jî ev e. Pêwîst e rayedar û rewşenbîrên Tirkiyeyê Rêberê Gelê Kurd guhdarî bikin û ji bo zemîna qanûnî û hiqûqî demldest bi rola xwe rabin.




