Pêşengên civakê kesayetên wêrek û fedayî ên ragihandina azad in
Asya Weşûkanî

Ez di serî de jinên çeleng û bi heybet Gulistan Tara û Hêro Behadîn, di salvegera wan de bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim û di şexsê wan de; tevahî şêrejin û mêrxasên welatê rojê (Mezra Botanê) bi bîr tînim û bejna xwe bi hurmet û minetdarî ditewînim. Ji wan re soza ku min dayî nû dikim. Weke ku tê zanîn di van salên dawiyê de li çar parçeyên Kurdistanê kadroyên pêşeng û xwedî ezmûn ên ragihandina azad hedef têne girtin û ji destpêka sala 2012’an de û heya roja niha bi dehan pêşengên ragihandina şehîd bûne.
Û weke ku em hemû jî dizanin tevahî desthilatdar û nexasim jî desthilatdarên Kurdistanê û efendiyên wan ên gewre ku temsîla xwe di dewletneteweyên sermayedar de dibînin ji artêşa çapemenî û ragihandina azad ditirsin, hewl didin dengê şoreşger û berxwedêran bifetisînin. Ji ber ku ew şêrejin û mêrxasên leheng, jin û civakê diparêzin û xwedî li wan derdikevin pergalên desthilatdar ketine nava hewldana ku bi şehîdkirina pêşengên ragihandina azad ên bûne mejî, çav, gav û vîna jin û civakê bêdeng bikin û nehêlin rastiya hêzên tundrew û xayîn, ji raya giştî re ragihînin.
Lê mixabin gerek ew hêzên tundrew û kedxwar, pir baş haj lê hebin ku her miroveke bi şeref û xîret bi agahî û teknîka xwe bûye şagirt û berdevkê şehîdan, erka wan hilgirtiye ser xwe. Û qet bila dewletparêz û kevneşop xeyal nekin ku bi şehadeta nemir Gulistan Tara û Hêro Behadîn wê vîna gelan bişkînin. Berevajî wê vîna jin û ciwanan hîn xurtir dibe û xwedî li keda wan qehremanan derdikevin. Em hemû jî dizanin ku şehîd pêşengên me ne. Em jî weke hevrê û şopdarên wan qet şûna wan vala nahêlin û em soz didin em ê tola wan rakin.
Û tekez gerek dijmin û xayînên xwefiroş pir baş zanibin ku bi şehadeta her jin û ciwanekî şoreşa me xurtir dibe û bi dehan heval û şopdarên wan pênûs û wênekêşa wan li erdê nahêlin. Piştî Gulistan û Hêro bi dehan Gulistan û Hêro dest bi têkoşînê kirine û heya mirovên xwedî şeref û xîret hebin wê têkoşîn berdewam bike. Hêro Behadîn û Gulistan Tara rêya şoreşê rohnî dikin. Wan her du jinên wêrek û qehreman bi wênekêş û pênûsa xwe çavên jin û civakê li ser rastiyan vedikirin, kiryarên tundrew û desthilatdaran ji raya giştî re diteyisandin û dibûn zimanê çalak ê rastiyê.
Dewleta Tirk û hevalbendên xwe û xayînan, wiha hesab dikirin ku wê dengê heqîqetê bibirin lê mixabin; berevajî wê çêbû. Û dengê heqîqetê li çar hawirdorê cîhanê belav bû. Her kes şiyar kir, kor bi çav kirin û ker jî bi guh kirin û niha jî lalan bi ziman dikin. Bûne sedem ku her kes li keda wan xwedî derkeve, ji bo azadî û aştiyê têkoşîn bike. Ez careke din her du şêrejinên Kurd û qehremanên, şoreşa ragihandina azad bi bîr tînim û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li pêşberî wan ditewînim û dibêjim heya niha bi dehan, jin û xortên welatê min yên hêja û ewladên gelê min ên fedakar û jêhatî li ser erkên xwe gihaştine şehadetê. Li ser me jî deyne ku em tola wan rakin û ji wan re bibin zimanê têkoşîn û fedayetiya wan biteyisîne.
Di şexsê van her du hevalan de ez tevahî şehîdên ragihandina azad tevî pêşeng û serkêşê mezin Argeş Serhed bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim û dibêjim: Hûn ji bo me pîroz in û em li ser şopa we dimeşin. Em ê tola we rakin û navê we bi tîpên zêrîn di nava mejî, dil û ruhê xwe de bineqişînin. Hûn ê her hebin di jiyana me de. Pêşengên civakê kesayetên wêrek û fedayî ên ragihandina azad in.
Hevalê Argeş qehremanekî gelê Kurd ê resen bû. Bi salan weke çelengekî têkoşiya û xebat kir. Ji şoreşgeran û gerîlayan re bû ziman û rastiya qehremanan vegot. Bi salan di nava eniyên şer de kêlî bi kêlî berxwedan û têkoşîna şêrejin û mêrxasên çiyayî şopand. Jiyan û berxwedana wan a li hemberî neyar û xayînan ji gelê xwe û raya giştî re vegot. Bi salan, felc û nexweş ma û herî dawiyê jî 10’ê Tebaxa 2025’an bi birîndariya xwe ya giran gihişt şehadetê. Îro bi sedan jin û mêrên ciwan di şopa wan şehîdên qehreman de têkoşîn dikin. Ew şehîd ji bo me sembolên azadî û rûmetê ne.