Pêşengê têkoşîna azadiya gelan: Ferhad Şiblî

Şoreşger, têkoşer û gaziyê şer Ferhad Şiblî yê yek ji pêşengên têkoşîna ji bo azadiya gelan bû, bi fikir û ramana xwe ya salan di dilê gelan de cihê xwe girt. Bi ser şehadeta heval Ferhad re 3 sal derbas bûn, lê xewn û xeyalê wî bi pêşengiya jin û ciwanan dewam dike.
Di ser şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Şiblî (Ferhad Dêrik) re sê sal derbas bûn. Ferhad Dêrik ku ji bo dermankirina nexweşiya xwe çûbû Silêmaniyê, 17’ê Hezîrana 2022’yan li herêma Kelarê di encama bomberana balafira bê mirov a bi çek a dewlet Tirk de, li gel 3 hevalên xwe şehîd bû.
Şoreşger Ferhad Dêrik ku di sala 1977`an li gundê Qidrêrik ê girêdayî navçeya Dêrikê ji dayik bûye, ji destpêka salên 1990`î ve dest bi têkoşînê kiriye. Bi rêya dayika xwe Şêrîn Omer Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û di 1993`yan de tevlî kar û xebatê şoreşgeriyê dibe.
Ferhad Dêrik di wan salan de li gelek herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê xebat meşandine. Di sala 1997’an de li cem Rêber Abdullah Ocalan perwerde dibîne, piştre jî derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Li gelek deverên Herêmên Parastina Medyayê û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kar meşandiye.
Bi destpêkirina bihara gelan û aloziya li Suriyeyê re Ferhad Dêrik jî berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Di pêşengiya wî û hevalên wî de Kurdên Rojava jî xwe li gorî şertên demê rêxistin dikin û sazumaniya xwe pêk tînin. Di vê çarçoveyê de sala 2011’an Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) tê avakirin û Ferhad Dêrik dibe yek ji damezirînerên wê. Dema Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir jî dibe yek ji pêşengeyên şoreşê. Di aliyê parastin, rêxistinkirin û perwerdekirina civakê de rolek girîng dilîze. Bi taybetî li Heleb û Efrînê di rizgarkirina herêman û avakirina pergala gel de pêşengiyê dike.
Li gel rizgarkirina herêman, sîstema rêveberiya xweser jî tê avakirin û Ferhat Dêrik dibe yek ji pêşengên vê xebatê jî. Ji komîn heta meclîs û rêveberiyên herêman gel rêxistin û araste dike. Tevî ku di şer de lingekî xwe winda kiribû jî, ji Heleb, Efrîn, heta Minbic, Kobanê, Girê Spî, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê gel perwerde kir, sîstem da nasandin û bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava civakê de çêkir. Herî dawiyê wekî Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat hilbijartin.
Şoreşger Ferhad Dêrik li gel xebatên avakirina sîstema xweseriyê, bi nexweşiyan re jî têdikoşiya. Ew jixwe yek ji gaziyê şer jî bû ku Rêber Apo wan weke şehîdên zindî pênase dike. Di vê çarçoveyê de sala 2022’yan ji bo ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Lê nemerdan ew xistibûn hedefa xwe. Roja 17’ê Hezîrana 2022’yan dema li gel 3 hevalên li navçeya Kelar a girêdayî Silêmaniyê bû, balafirek keşfê ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker wesayîta wan bombebaran kir. Di êrişê de şoreşger Ferhad Dêrik û 3 hevalên xwe şehîd bûn.