Parastina Rojava erka her kesên xwedî rûmet e

Gaziyên şer diyar kirin ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî li Rojava ji bo hilweşandina Pergala Rêveberiya Xweser êrîşên hovane tên kirin û gotin, “Parastina Rojava erk û berpirsiyartiya her kesên xwedî rûmet e.”

Li hemberî Rojavayê Kurdistanê zêdetirî du hefteyan e ji hêla çeteyên HTŞ’ê, DAÎŞ û dewleta Tirk ve êrîşên hovane tên kirin. Ji gaziyên şer ên tevlî seferberiya parastina şoreşa Rojava bûne Sorxwîn Koçer û Egîd Efrîn têkildarî êrîşan nirxandin kirin.

Em ê hesabê destdirêjiya li hember keziya şervana azadiyê bipirsin

Sorxwîn Koçer di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destdirêjiya li ser keziya şervana YPJ’ê û got, “Ez vê destdirêjiyê rûreş dikim. Ew kesê paşverû yê ev bêhurmetî li hember hevala me kiriye wê teqez hesab bide. Ev kesên xwedî zîhniyeteke evqasî tarî, îro êrîşî ax û gelê me dikin. Em bi serbilindî li hember wan hov û barbaran di nav berxwedanê de ne. Wê bersiva me ya li hember wan çete û hovan pir dijwar be.”

Gaziya şer Sorxwîn destnîşan kir ku xwedîderketina gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye û wer dewam kir, “Em li hember neheqiyê di nav berxwedaneke herî bi şeref de ne. Divê hemû mirovahî rabe ser piyan, vê zilm û zordariya li ser jinan û gelê Kurd qebûl neke.”

Sorxwîn Koçer di dewama axaftina xwe de anî ziman ku wê hêzên YPJ, YPG, QSD’ê di şer de serkeftinê qezenc bikin û wiha axivî, “Bi piştgiriya hêzên navneteweyî li Rojavayê Kurdistanê ji bo hilweşandina pergala rêveberiya xweser êrîşên hovane tên kirin. Pêwîst e jin û ciwan cihê xwe di nav refên berxwedêran de bigirin. Ev kêlî kêliyên rizgarkirina rûmeta mirovatiyê ne. Yên ji vê berxwedanê bêpar bimînin wê di pêşerojê de poşman bibin. Mirov bi keramet, exlaq û rûmeta xwe mirov e. Em ê hemû xeyal û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin.”

Ti hêz nikare vê îrade û baweriyê têk bibe

Gaziyê şer Egîd Efrîn jî destnîşan kir ku di encama plansaziyên qirêj ên li ser herêmê û Rojhilata Navîn li dijî Şoreşa Rojava êrîşeke herî bêbext û xayîn pêk tê û ev anî ziman, “Parastina Rojava erk û berpirsiyartiya her kesên xwedî rûmet e. Helbet berdêlên jiyaneke azad giran in. Bi vê zanebûnê em tevlî refên şoreşê bûn. Divê gelê me zanibe ku em ê ti carî wan bi tenê nehêlin. Em ji her demê zêdetir xwedî hêz in. Ev hêza me heye em li hember wan êrîşên hovane parastina xak û gelê xwe bikin.”

Egîd Efrîn bal kişand ser çalakiyên gel ên ji bo xwedîderketina li Rojava û got, “Îro em hemû dibînin ku gelê me li her devera lê ye ji bo Rojava li ser piyan e. Ji her aliyê welêt û cîhanê jin û ciwan ji bo tevlî seferberiyê bibin berê xwe didin eniyên berxwedanê. Ti hêz nikare vê îrade û baweriyê têk bibe.”

Gaziyê şer Egîd Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ev êrîş li hember fikir û felsefeya Rêber Apo ye jî. Ji ber hêzên sermayeperest pir ji bîrdoziya Rêbertî ditirsin, naxwazin jiyanî bibe û pêş bikeve. Lê çi dibe bila bibe em ê gelê xwe bigihînin azadiyê û fikra Rêberê xwe li her devera welêt û cîhanê pêş bixin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button