Newroz
Azadî Helebce

Newroz: Roja nû, ew nûbûn her nûbûnekê digire hundirê xwe, dibe ku destpêka biharê be, yan jiyaneke nû be, yan serkeftinek be, lê di aliyê dîrokî de xwedî wate û girîngiyeke mezin e.
Dema împaratoriya Asûran hemû gelên Rojhilata Navîn kir bin desthilata xwe de (1500-615 B.Z.), komkujiyên herî xedar li ser gelan meşandin û koletî di asta herî dijwar de bû. Sûrên kelehan bi serên mirovan dixemilandin. Koleyan bi şev û roj xizmet dikirin, di karên giran de dixebitîn, tenê ji bo tasikek nîsk da ku jiyana xwe bidomînin. Qralan her çendî sembolîk be jî weke tê gotin, “Mejîyê ciwanan dixwarin.” Ev bû sedem ku bandorên kûr li ser rih û mejiyên mirovan bike û mirov bikevin nav lêgerîna azadiyê û avakirina jiyaneke alternatîf.
Gelê Aryen ê xwedî çanda resen a Hîlala Zêrîn e, bi hevgirtina hêz û êşîrên xwe ew împaratoriya Asûr a bi hezaran salan hovîtiya xwe dewam kir, bi berxwedaniyeke efsûnî 612 B.Z. li paytexta wê Nînowa têk birin. Mirovahî ji kujeran rizgar kirin û bi agirê azadiyê fezayên tarî ronî kirin.
Her çendî ew berxwedana gelên Arî ya li hemberî Asûr bi zimanê mîtolojîk be jî çîroka Kawayê Hêsinkar ê bi şûrê xwe dawî li jiyana Dehaqê xwînmij anî û agirê Newrozê li ser sûrên keleha Asûr pêxist, heya roja îro tê behskirin. Bapîr û dapîrên me çîroka Newrozê ji zarokên xwe re ve dibêjin û li her derê Newroz tê pîrozkirin.
Newroz bû rojekê nû ya gelê Arî. Bû roja azadiyê, roja cejna neteweyî ya li hemberî zordaran. Êdî bihara azadiyê bi bihara xwezayê re bibû yek. Gelên herême (Kurd, Aşûr, Pers…) mîna rengîniya biharê bi hev re dijiyan û ew roj pîroz dikirin. Lê di encama xiyaneta hundirîn 550 B.Z. împaratoriya Medan rûxiya û împaratorî derbasî Persan bû.
Her çendî împaratorî li ser bingehê çînayetî, koletî û bêmafiyê tê avakirin, dewletên netewe yên ji bo pêşxistina sîstema kapîtalîst hatin avakirin, yek neteweyê esas digirin. Di dewleta netewe de mafên neteweyên din ên weke ziman, çand, dîrok û hwd. tên binpêkirin. Li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dewletên netewe hatin avakirin.
Piştî avakirina komara Sûriyeyê ya tenê weke komareke Erebî xwe pênase dike, her tiştên girêdayî hebûna Kurdan qedexe dikir. Di nav wan qedexeyan de pîrozkirina Newrozê jî hebû. Dema Newroz nêz dibû dewletê operasyonên lêgerîn û serdegirtinên malan zêde dikjir. Eger li ser kesekî yan jî li malekê cil an jî destmaleke bi rengê kesk û sor zer hatiba dîtin ew kes û ferdên malê dihatin girtin. Ji ber vê amadekariyên Newrozê pir veşartî dihatin kirin. Komên şano û muzîkê, di malan de amadekariyên xwe dikirin. Bi rojan ciwanan û jinên welatparêz cihê Newrozê li çolan û li ber sermê diparastin. Tevî ewqas qedexeyan jî gel bi xemlên kesk û sor û zer her sal Newroza xwe pîroz dikirin. Piştî şahiya Newrozê dîsa operasyonên hêzên dewletê dest pê dikirin. Kesên beşdarî Newrozê bûne dihate girtin û êşkencekirin. Dema rejîma Baas dît ku nikare bi qedexeyan û serdegirtinan pêşî li şahiyên Newrozê bigire û gel bixapîne, Newroz weke cejna dayikê ragihand. Her çiqas dayik, jin û ciwan dihatin girtin û heya niha aqubeta hinekan nediyar e jî, gelê Rojava ti carî dest ji Newroza xwe berneda. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re êdî ne tenê Kurd, hemû gelên herême bi hev re bi azadî Newrozê pîroz dikin.
Li Bakurê Kurdistanê ji avakirina Komara Tirkiyeyê heya salên 1990’an Newroz dihat qedexekirin. Bi pêşketina têkoşîna Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo û di encama serhildanên gelê Kurd de dewleta Tirk neçar ma paşde gavan biavêje. Gotina dewletê ya ji bo Kurdan ew e, “Eger tu nebêjî ez Kurd im, ti pirsgirek tine ye.” Di dema dewleta Tirk Newroz qedexe dikir, di pêşengiya jinan de li hember înkarkirinê helwest û berxwedaneke mezin hat meşandin. Zekiye Alkan li ser sûrên Amedê, Rahşan Demîrel li Kadîfekaleya Îzmîrê agir berdan bedena xwe û gotin, “Em ê bi cane xwe agirê Newrozê pêxin.”
Ev diyar dike ku ti hêz nikare li hemberî vîna jinê bibe asteng. Jin ji bo xurtkirina têkoşîna azadiyê amade ne berdêlên giran bidin. Baweriya jinan a bi azadiyê; kîn û hêrsa wan a li hember koletiya bi hezaran salan hatiye ferzkirin, zêde ye.
Em ji bîr nekin ku dema gelê Kurd dihat tinekirin Rêbertî di Newroza 1973’yan di civîneke ji şeş kesan pêk dihat de dibêje, “Kurdistan mêtîngeh e” û tovên avakirina Tevgera Azadiye diçîne.
Îro Rêber Apo bi ramanên xwe li hemberî dewletên netewe û hêzên hegomonîk ên kapîtalîst li ber xwe dide. Ji bo vê pêwîst e ji her demê zedetir asta têkoşînê were pêşxistin û xwedîderketina li Newrozê bilindtir be da ku azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk were.