Navê xwe di rûpelên pak ên dîroka gelê me de nivîsand

Gelê Kurdistanê yê tevahiya dîrokê rastî êrîşên dagirkeriyê hatiye, pêşketina wî hatiye astengkirin û ew kirine xerîbê nirxên xwe yên neteweyî, bi Tevgera Azadiyê re ya di pêşengiya Rêber Apo de ketiye nav vejîneke bi heybet. Her wiha di nav berxwedaneke dijwar a jinûve afirandina hebûn û nirxên xwe de ye.
Helbet rabûna ser piyan a gelekî ewqasî hatiye xistin, xaka wî hatiye parçekirin, li ser navê rêxistinbûnê ti tiştekî wî nehatiye hiştin wê pir esîl û muezem be.
Li dergûşa mirovatiyê Mezopotamyayê pêşketina şoreşa Kurdistanê ya bi dîroka xwe ya hezarê salan û bi çanda xwe ya dewlemend ji bo tevahiya mirovatiyê mizgîniya çêbûneke mezin dide, bi qasî bi rûmet e, zehmetî û berdêl jî wê ewqasî giran bin.
Yek ji hevala me ya di nav coşa bayê şoreşê yê li Kurdistanê de bû, şoreşgera fedaî, dilsoza Rêber Apo Evîn Tolhildan e. Hevala Evîn li bajarê Efrînê di nav malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, bi egîdî û coşa xwe tevlî Tevgera Azadiyê bû. Timî di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girt.
Hevrê Evîn dizanîbû li Kurdistanê destketiyeke herî biçûk jî tenê û tenê bi rênîşandana Rêber Apo, bi berxwedana di fedakarî û qehremantiya şehîdan berbiçav dibe û bi hêza gelên me gengaz e.
Hevala Evîn ji bo rizgariya gelan û pratîzekirina paradîgmaya Rêber Apo ti tiştek ji xwe re nekir astengî. Piştî birîndariya xwe jî di her sohbet û nirxandinên xwe de coş û moral dida heval û hevrêyên xwe. Bi sekn, xebat û kesayeta xwe ji hemû hevalên xwe re bû mînak. Şoreşgera fedaî Evîn 20’ê Îlona 2018’an dema tedawî didît tevlî karwanê şehîdan bû.
Heval Evîn di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de helwesta xwe ya herî bi heybet nîşan da û navê xwe di rûpelên pak ên dîroka gelê me de nivîsand.