Navê îrade û hêviyê: Viyan
Selena Dêrik

Hevrê Viyan Soran ji bo protestokirina esaret û tecrîda girankirî li ser Rêber Apo 2’yê Sibata 2006’an li çiyayên azadiyê agir berda bedena xwe. Viyan bi têkoşîna di xeta azadiya jinê de pêş xist bû pêşenga tevahî jinên şoreşger û azadîxwaz.
Viyan, sembola azadiya ku wê bi azadkirina Rêber Apo re bê diyarîkirin; ji bo gelê qedîm ê Mezopotamyayê. Viyan, stran û çîroka bê dawî ya di her hevokeke wê de pîrozweriyên neqşa ji xaka Kurdistan xwe li xemilandiye. Evîndara xaka 4 parçe û ya gelan Viyan.
Sonda tolhildanê ya di her peyveke wê de heta her mûrehkan dilerizîne can û bersiveke tund e, li hember bêdengî, sersarî, tecrîd û îzolasyonkirinê ye, Viyan…
Lewma digot Viyan, “Her wiha volkan jî dema teqandina wê were dizane bi çi rengî, li ku derê biteqe, hêrsa xwe bide xuyakirin, cezayen mirovên rûreş (ehrîman) û bêwefa bide.”
Sibat ku bi hemû ewrên xwe yên reş dorpêç kiribû asîman, li hember çalakiya Viyan qidûmşkestî bû, li pêşberî dîrokê. Qîrînek bi hemû xakê diket û tevayî bawerzîn di nav hêrseke ku bi awirên xwe jî parçe parçe dikir ewrên tarî yên xem û tirsek belav dikir li derdor.
Û Viyan di nav jiyana herî bilind a çiyayên ku bi Rojê re kêlî bi kêlî ji bo însaniyetê berhem ava dikirin wê biba, bersiveke xwedî qudret a tim û daîm bibe al, di destên şervan û berxwedêrên fedayiyên Apoyî de û wê gotiba Viyan, “Ez wek zarokek xweza û parçeyek biçûk ji gerdûne dibêjim ku, divê qanûn û pîvanên jiyaneke pîroz pêk bînim, wate bidim jiyana xwe. Ez di wê baweriyê de me ku weke dareke fekî ya dem hatiye berhemekê bidim gelê xwe yê êşkişandî, bibim hêviyek ji zarokên dest li hewa û xeyalên fetisandi. Kêm be ji ez dixwazim bibim atomek a pêşxistina molekulen azadiya jinên êşkişandî. Giringtirîn bibim mûmek, di nav mûmên derdora Girava Îmraliyê. Êdî dema wê hatiye ku, bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn. Ji bo vê jî şeva 15’ê Sibatê dixim şeva cezakirina wan û mîna volkanekî nefreta hundire dilê xwe diteqînim.”
Viyan dibû ronahî… Dibû qîrîna azadiyê ya ku nayê dîlgirtin Rêberê, afirînerê tevayî xweşikiyên cîhanê. Ew Rêberê ku li hember tevayî silta û hikûmxwarên xêrnexwaz serî rakir, serûbinîhev kir hemû nîzama wan a qedapêketî…
Viyan… Nîşaneya sedaqetê ya dilsozî û têkoşîna li hember bêdengiyê… Şervana azadiyê ya di xewnên zarokên Kurdistanî de bafirokên ji perên azadiyê diyarî dike. Navê xwe diyarî dikir Viyan navê yê “Îrade û vînê”.
Îro li Kurdistan bi sedan zarokên Kurdistanî ku navê Viyan li wan hatine kirin, di nav xemla kenê Viyan û hesreta wê ya bi Rêber Apo re mezin dibin û hêviya hembezkirina Rêber Apo ya bi hestên Viyan ferz dike jiyaneke bi rûmet, li ser tevayî kêliyên jiyanê…
Û mîna gotina Viyan a ji Rêbertî re; “Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina xwe diyarî We dikim. Rêberê min vê jî ji bîr nekin ku ez pir bêriya we dikim, pir bêriya we dikim…”