Nameya Arîn Koçer a ji Rêbertiyê re

Arîn Koçer

Rêberê min ez bi heyecan û coş bi hêviya dîtina we mê. Wekê jineke ciwan ketim ser rêya wê bi kedêkê pir mezin afirandiye.

Ji bo bibin layiqî keda wê em ê bi fikir û ramanên we xwe pêş bixin û li gor perspektîfên we diyar kirine bixebitin.

Ji bo pêvajoya we bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêş xist bi serketinê bi encam bibe, weke tevahî hevalên xwe yên têkoşer ez jî di nav kar û xebatan de me. Ez dikarim bêjim ku di vê mijarê de hewldaneke pir zêde ya hevrêyên jin heye.

Bêguman ji bo fêmkirina pêvajoyê û wateya banga we em di nav lêhûrbûnan jî de ne. Ji bo mirov karibe baş û bi encam bixebite fêmkirin pir girîng e. Me manîfestoya we şand, bi coş û kelecaneke mezin xwend û guhdar kir. Têkildarî manîfestoyê hevalan bi rojan nirxandin kirin.

Ji bo mirov bibe şervanên heqîqetê ya di rêya we ava kiriye de bêguman divê em xwe di her hêlê de pêş bixin.

Rêberê min ji warê şoreşê Rojava heya Girava îmraliyê  ez silavên xwe yên bêdawî ji we re dişînin. Di van kêliyên ku êdî demsala payîzê bandora xwe hêdî hêdî nîşan dide, bi bayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li her bihosteke wê şopa raman û bîrdoziya we xwe dide der, silavên hemû dayikên Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî ji we re hene.

Nameya we ya ji bo eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber kêfxweşî û coşeke mezin vekir. Gelên herêmê pir û pir ji we hez dikin û timî bi rêz û hurmet behsa we dikin.

Rêberê min Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser esasê fikir û ramanên we pêş dikeve, ji bo tevahî jinan û civakan bûye mîna qadeke hêviyê.

Li ser van esasan ez careke din silav û hezkirinên xwe ji we re dişînim. Îro ji heft salî heya heftê salî her kes ketiye nav hêviyeke bêhempa ya ji bo azadiya we ya fizîkî.

Em jî weke şoreşgerên xwe bi felsefe û bîrdoziya we gurçûpêç kirine, bi wê coş û heyecanê bi karê xwe radibin. Em ê jiyaneke azad û wekhev a hemû gel têde pêkve bijîn li ser esasê perspektîf û paradîgmaya we ava bikin.

Silav û hezkirinên bêdawî

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button