Mirovê ked û aştiyê

Asya Weşûkanî

Divê were zanîn ku mirovên ji bo azadiyê têkoşîn dikin nikarin li Tirkiyeyê bijîn û wê jiyana wan her di xeteriyê de ye. Jixwe Rêber Apo ji şandeya DEM Partiyê re gotibû ku divê hûn haj ji ewlekariya xwe hebin. Qet xerîb nîne ku birêz Sirri Sureyya Onder jî weke yên beriya xwe bûbe qurbanê hişmendiya kujer û faşîst.

Di rêya diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Tirk de, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê mirovên weke birêz Sirri Sureyya Onder bi xwezayî wefat bikin jî mirov gumanan ji dewletê dike. Ev kesên guman dikin jî mafdar in. Ji ber dewleta Tirk û rayedarên wê di mijarên wiha de bi sabiqa ne.

Di kêliya min bihîst ku birêz Sirri Sureyya Onder rakirine nexweşxaneyê û rewşa wî pir xeternak e, hema min guman kir ku ew ne nexweşiyeke ji rêzê ye. Tavilê fikra ‘Hewl dane wî bikujin’ ket hişê min. Ez weke şexs hîn jî di gumana xwe de bi israr im. Ew mirovê delal, jêhatî, rêzdar, alîgirê demokrasî û aştiyeke mayende bû. Bi rastî wefata rêzdar Sirri Sureyya Onder ya ji nişka ve cihê xembariyeke pir mezin e û em pir xemgîn kirin. Me heval û hogirekî xwe yê Tirkmen ê resen wenda kir.

Pêwîst e were zanîn ku li Tirkiyeyê di her pêvajoyê de mirovên siyasetmedar, hiqûqnas, hunermend û aştîxwaz têne wendakirin. Wiha lê hatiye ku welat bûye zindana servekirî. Bi hezaran mirovên welatparêz, aştîxwaz û kedkar di zindanan de jiyana xwe ji dest didin. Bi sedan jî cezayên pir giran li wan hatiye birîn.

Gelên Tirkiyeyê êdî hew jiyana koledariyê tehemul dikin. Eger dewleta Tirk di şer û pevçûnan de israr bike wê sedsaleke din jî wenda bike. Li Tirkiyeyê tenê zalim û kedxwar dikarin bi kêfxweşî bijîn û bêjin, “Em bi qedir û qîmet in.”

Ez gelekî li ber keda siyasetmedar û hunermend Sirri Sureyya Onder dikevim û dibêjim, “Wendakirina wî bêşansiya gelê Tirkiyeyê bû. Pêwîst e gelê Tirk jî serwext bibe û haj siyaseta rayedarên dewletê hebin. Hewce ye mirovên xwe yên wiha hêja biparêzin û li keda wan xwedî derkevin.”

Ez sersaxiyê ji keç û birayê Birêz Sirri re dixwazim û dibêjim, “Divê hûn serbilind bin ku bav û birayekî yê wiha ciwanmêr, zana û aştîxwaz heye. Ew mirovê kedê û çalakvanê aştiya bi rûmet bû.”

Teqez Rêber Apo, heval û hogirên birêz Sirri Sureyya Onder gelekî xembar bûne. Ji wan re jî dibêjim, “Serê we sax be. Em ê li ked û têkoşîna wî ya salên dirêj xwedî derkevin.” Weke Rêber Apo ragihand û got, “Ez bi hêvî me û ez ê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk israr bikim.” Ez jî dibêjim birêz Sirri Sureyya Onder ji bo me gelekî giranbiha bû. Em ê nehêlin keda wî û ya bi sedan qehreman û zanayên welat vala biçe. Em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button