Manîfestoya Rêbertî rêya diçe azadî û wekheviyê rohnî dike

Gaziyên şer ên bi komên dorveger Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin gotin, “Em pir bi şans in ku em îro Manîfestoya Rêber Apo nivîsandiye dixwînin. Manîfestoya Rêbertî rêya diçe azadî û wekheviyê rohnî dike.”
Gaziyên şer ên herêma Cizîrê bi komên dorveger Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dixwînin û dinirxînin.
Gaziyên şer anîn ziman dema agahî ji wan re hatiye ku wê Manîfestoyê bixwînin pir kêfxweş bûne û gotin, “Bi coş û heyecan em hatin tevlî koma xwe ya xwendina Manîfestoyê bûn. Rêbertiya me bi salan e ji bo em weke mirov û gel karibin azad bijîn têkoşîn dike. Di Manîfestoyê de gelek tiştên me heya niha nebihîstibû û nizanîbû hene. Em pir bi şans in ku em îro Manîfestoya Rêber Apo nivîsandiye dixwînin. Em ê tiştên me ji Manîfestoyê wergirtine di pratîka xwe de pêk bînin. Manîfestoya Rêbertî rêya diçe azadî û wekheviyê rohnî dike.”
Gaziyan her wiha destnîşan kirin ku Rêbertî timî ji bo aştî û çareseriyê xebitiye û wiha domandin, “Rêber Apo 27’ê Sibatê ji bo pirsgirêk bi rêyên diyalogê çareser bibin, bang li dewleta Tirk kir. Ev pêvajo îro di pêşengiya Rêber Apo de dimeşe. Ji bo fêmkirina pêvajoyê xwendin, guhdarkirin û bi hevalan re nirxandina Manîfestoyê pir girîng e. Weke gaziyên şer ên ji pêkhateyên cuda em soz didin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, avakirina jiyaneke Azad û wekhev bi hêza me ji Manîfestoyê girtiye ji her demê bêhtir em ê bixebitin.”




