‘Manîfesto ji bo me rênîşandera herî esasî ye’

Gaziyên şer ên herêma Firatê yên kom bûn Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo xwendin û nirxandin. Gaziyan gotin, “Em vê.”

Gaziyên şer ên herêma Firatê ji bo xwendin û nirxandina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo civiyan.

Gelek gaziyên şer û rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên herêma Firatê jî di civînê de amade bûn.

Xwendin û nirxandina Manîfestoyê sê rojan berdewam kir.

Gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Fîraz Efrîn ê ji her du çavên xwe gazî ye û nabîne anî ziman ku Rêber Apo gotiye ku ew Manîfesto berhema wî ya têkoşîna 52 salan e û wiha axivî, “Her çiqasî ez nabînim jî, hiş, mejî û ruhê min dibîne. Ez ê tiştên min ji Manîfestoyê girtine û fêm kirine bi her kesî re parve bikim, da ku her kes bi fikir û felsefeya Rêber Apo rohnî û serwext bibe. Eger derfet hebe, em dixwazin gelek carên din jî Manîfesto were xwendin û em guhdar bikin.”

Gaziyê şer Îmad Efrîn anî ziman ku ji Manîfestoyê gelek tişt fêr bûye û got, “Em dixwazin timî xwe di bîrdoziya Rêber Apo de pêş bixin. Ji ber em dizanin ku rêya yekane ya azadiya gelan ew e mirov xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de pêş bixe û li ser vî esasî pratîkeke serketî bimeşîne.”

Ji gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bibûn Elî Tebqa jî destnîşan kir ku divê mirov xwe ji dogmayan rizgar bike û ev xisûs anî ziman, “Xwerizgarkirina ji dogmayan tê wateya em zana bibin, kesayeta xwe û civakê pêş bixin, xwe ji bandora pergala sermayedar paqij bikin û bibin mirovên xwezayî. Fikrên Rêber Apo ji bo jiyana pêkve ya hemû gelan û baweriyan çavkaniyeke herî mezin e. Em vê manîfestoyê ji bo xwe weke rênîşandera herî esasî dibînin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button