Li Sûriyeyê bûyerên pir xeter diqewimin
Asya Weşûkanî

Ez pirs dikim gelo li Sûriyeyê çi diqewimin? Gelo wê rewşa welat ber bi ku ve biçe? Divê were zanîn em li welatekî ku hovîtî têde heye, dijîn. Nediyar e bê wê ber bi ku derê ve biçe û dê çiqasî jî xwîn were rijandin. Dihat texmînkirin ku bi çûna Beşar Esed re wê li welat rehetî û aramî serwer bibe, lê mixabin ya berevajî wê derket holê û welat vediguhere dojeheke sincirî. Rojane bi dehan mirov têde têne biraştin. Bûyerên sosret û pir xerab yên vê dawiyê li Laziqiyeyê, Cebla û Quneytra rû dan, tevahî pîvanên mirovahiyê derbas kirin û bû weke şerê 30 salan ê Katolîk û Protestanan, yê li Ewropa Navîn di navbera salên 1618-1648’an de.
Wer dixuye ku dê ev pevçûn û şerên li peravên Sûriyeyê bi hesanî bi dawî nebin. Lê tekez divê were zanîn ku mijar, ol û mezheb nîne. Di bingehê wê de teror û hovîtî heye. Eger wiha biçe wê Ehmed El Colanî jî bikeve ber mengeneya cîhadîstên tundrev. Lê Colanî hê jî di rewşeke serxweşiya “serkeftinê” de ye. Tekez ew agirê wî bi destê xwe geş kiriye wê kirasê wî jî bişewitîne û wî poşman bike. Bêguman wê poşmanî jî feyde neke. Jixwe destên dewletên herêmê û mezin jî di nava meseleyê de heye. Wan deriyê qefesê ji gurên dev bi xwîn re heya dawiyê vekirin.
Ez careke din jî pirs dikim, hêzên navendî yên cîhanê piştî çeteyên li Sûriyeyê bidin bikaranîn wê çawa wan rawestînin? Tekez pêwîst e di serî de DYA û Îngîltere ji niha ve hesabên xwe bikin. Ji ber wê tundrevên heyî sibe bibin bela serê wan. Qet bila hikûmeta demkî xwe nexapîne û nebêje me hêzên bermayên pergala Beşar Esed tepisandin, ji ber kesên sivîl têne kuştin û li ser ekranên televîzyonan xuya dike bê çawa mirovan bi hovîtî qetil dikin, heqaretan li wan dikin. Bi rastî niha rewşa li peravên Sûriyeyê ji ya Iraqa berê û Afganistanê hîn xerabtir bûye. Ji ber qetilkirina mirovên bêsûc û sivîl wijdanê mirovan pir diêşe. Ji niha ve pergala Colanî ketiye nîqaşê û gelên Sûriyeyê bi çavên xwe dibînin bê çi tînin serê xelkên Elewî. Bi rastî kiryarên wan ji yên Îsraîlê gelekî xerabtir in.
Ez bang li gelên Sûriyeyê dikim û dibêjim divê hûn vîna xwe biparêzin û xwedî li xwe derkevin. Divê kes nebêje, ‘Wele pirsgirêk a Elewiyan e.’ Ji ber ew hêzên tundrev wê sibe wan hovîtiyan li hember xelkên Sunnî û Durzî jî bikin. Ji bo wan hêzan mezheb û nîjad girîng nîne. Ew tenê li berjewendiyên xwe û desthilata xwe difikirin.
Pir zelal diyar e HTŞ ji xwe re fetwayan çêdike da ku êrîşî xelkên Elewî bike. Lê divê baş zanibin Elewî jî xelkên welatê Sûriyeyê ne û ji mafê wan e li ser vê xakê bijîn. Hewce ye were zanîn ku gel ji derveyî wekhevî, edalet, biratî û azadiyê ti tiştekî cuda naxwaze. Ji bo wan daxwazan jî amade ne canê xwe jî bidin. Her çiqasî pergala Baas bê şer dest ji desthilatdariyê berda û Beşar Esed welat terk kir jî şer û pevçûn neqediyane. Bi rastî mirov gelekî ji bo rewşa li Laziqiyeyê, Cebla, Quneytra, Hûmûs û Hemayê xembar dibe. Li kêleka vê weke kes ez dibêjim divê tevahî gelên Sûriyeyê vê rastiyê bibînin, xwe ji bo her gengeşeyan amade bikin. Ji ber şer hatiye ber derî. Çete ti carî edalet, wekhevî û nirxên mirov dikin mirov pêk nayînin.