Li ser rewşa jêre ‘civaka zayendperest’ tê gotin analîzek – Beşê 2
Asya Weşûkanî
Ji bo mirov xwe bigihîne heqîqeta dîrokê pêwîst e bi hûrgulî li ser pêşveçûna dîrokê lêkolînan bike, xwe ji qalibên wê yên zîhnî rizgar bike. Ji ber qalibên zîhnî hêza mirovan a fikrî dixe nav hepseke reş û tarî, mirov cahil dihêle. Lewma hewce ye mirov xwe ji koletiya fikrî xelas bike û bigihîje fikrên azad. Dîrokê piştrast kiriye ku mirovên zana di ronahiyê de; mirovên nezan jî di tariyê de dijîn û cahiltî koletiyek bêsînor e.
Bi rastî dema mirov bi kesek cahil re dikeve nîqaşekê tekez wê kesê cahil qezenc bike. Ji ber wê ji ser a xwe danekeve û her wê bêje ku ew rast e. Ji ber vê tekez divê mirov beriya her tiştî xwe ji cehaletê rizgar bike û derkeve ronahiyê. Eger mirov xwe ji cehaletê rizgar neke wê cîhan bibe weke daristana sewalan û di daristanê de jî sewalê bi hêz ê bêhêz tine bike. Ya din jî wê masiyê mezin ê biçûk bixwe. Lê bi rastî em gelekî neheqiyê li sewalan jî dikin. Ji ber sewal bi rengekî xwezayî dijîn û zagona xwezayê, li gor wê ahengê ye. Em weke mirov di nirxandinên xwe de ji sewalan re nêzîkatiyên çewt nîşan didin û xwe bi wan îzah dikin. Mirov ji bo hukim bikin bi milyonan mirovan ji xwe re dikin qurban. Mînak kesên weke Saddam li bajarê Helebce bi dermanê kîmyewî bi hezaran mirov kuştin û hê jî bandora wê hem li ser mirovan hem jî li ser xwezaya Helebceyê heye.
Rêber Apo diyar dike ku cehalet xeternak e û tarîtiyê li ser civakê ferz dike. Tekez pêwîst e her mirov di nava hewldanê de be ku xwe ji cehaleta reş rizgar bike, dawiyê li tarîtiyê bîne da ku ronahî hakim bibe. Rêber Apo di dahûrandinên xwe de her bal dikişîne ser mijara lêgerîna mirov a azadiyê û ji zarokatiya xwe mînakan dide. Rêber Apo ji her tiştî re bi guman nêzîkatî raber dikir û her di nava lêpirsînê de bû. Jixwe jîr e û hişê xwe jî vekirî ye.
Weke tê zanîn di civakên Rojhilata Navîn de zagonên hişk ên olî derbasdar in û ev jî dibe sedema di mejiyê mirovan de kilît û qalibên cemidî hebin. Ew jî bi xwe re cehalet û nezaniyê hakim dike. Cehalet jî bi xwe re koletiyê tîne û paşverûtiyê dike desthilatdar. Pergala desthilatdar mejiyê jin û civakê xistiye nava qalibên pir teng û nahêle mirov ji siya pozê xwe wêdetir bibîne.
Pergalên desthilatdar her hişê civakê teng hiştine û xistine nav qalibên hesinî. Ji bo haya wan ji siyaset û fenûfûtên wan nebin û her ser tewandî bin wisa dikin. Ya din jî civakê bi hişmendiya xwe perwerde dikin da ku fikrên wan bi leztir li nav civakê belav bibe. Wan dikin şirîk û hevalên xwe. Mêr li ser jinê dibe desthilatdar, jin jî teqlîda mêr dike û li ser zarokan hukmê xwe pêk tîne. Ew zarok jî li ser zarokên ji xwe biçûktir serweriyê dikin.
Jixwe dema em dibêjin civaka zayendeperest jî tekez sedema xwe nêzîkatiyên desthilatdariya navendî ye ku civakê jî bi xwe re dike şirîk û heval. Ji ber tevahî civak bûye şirîkê heman hişmendiyê. Li ser wê bingehê mêr jî pergala xwe domdar dike, bi rêya têgeh û têgînan serê mirovan tevlîhev dike. Weke hevîrekî bi kêfa xwe distirê û reng didiyê. Naxwe divê her ferdek ji vê civakê li kesayeta xwe bigere û rastiya wê ya zayendeperest bibîne. Ev ji bo haya mirov ji rastiya xwe hebe û xwe sererast bike girîng e.
Ya din jî tekez pêwîst e jin û civak biryara têkoşîna dijberî wê hişmendiya tundrew û zordar ji dil bidin. Di serî de jin û tevahî civak jî di nav de tekez hewce ye bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi çek bikin, dijberî hişmendiya zayendperest dest bi têkoşînek bêhempa bikin. Divê em tevahî ji cehaleta xwe nefret bikin, tola xwe rakin, xwe bikin mirovên jîr û zana da ku em bibin layiqî keda Rêber Apo û şehîdan.
Qediya