Li hember qetilkirinan jinan em yekîtiya xwe xurt bikin

Di wan çend rojên dawiyê de du jinên ciwan li herêma Minbicê ya dagirkirî di bin navê namûsê de ji aliyê bav û birayên xwe ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev her du jin ku ji hêla çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn revandin û destdirêjî li wan hatibû kirin, piştî tên berdan ji hêla xizmên xwe ve têne qetilkirin. Pir berbiçav e ku piştî dagirkirina bajarê Minbicê bûyerên bi vî rengî zêde bûne. Em weke gaziyên jin qetilkirina van her du jinan bi tundî şermezar û rûreş dikin.
Kiryarên bi vî awayî di roja me de ku zêde dibin, ev sedema xwe ji pergala mêrperest a şerxwaz digire. Bi hezarê salan e jin dibin qurbanên hişmendiya kujer a pergala desthilatdar. Pergala dewletperest di şexsê jinan de êrîşî cewherê mirovahiyê dike. Hewl didin ruh û hestên mirovan qirêj bikin. Vê jî bi navê ‘namûs’ û ‘şeref’ê dikin û kesên wan qetilkirinan dikin jî mafdar dibînin.
Em bang li jinên têkoşer û hezkiriyên azadiyê dikin ku em destê xwe bidin hev da ku vê pergala mêrperest û desthilatdarperest têk bibin. Em bi berxwedanê, jinan û civakê ji vê zilm û hovîtiyê rizgar bikin, jiyaneke azad, wekhev û sosyalîst ava bikin.
Îro di nav refên Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê de bi hezaran jinên şerker ji bo parastina rûmet û civaka xwe di nav berxwedan û têkoşîneke bêhempa de ne. Êdî jin hişyar bûne, yekîtiya xwe saz kirine û dizanin xwe û civaka xwe biparêzin. Ev jî bi saya ked û têkoşîna Rêber Apo yê pêşiya pêşketina jinan vekiriye pêk hatine. Rêber Apo jin bi raman û felsefeya xwe ya herî pîroz gurçûpêç kirine û ew kirine hêza sereke ya şoreşê.
Bi vê wesîleyê divê tevahî jin, ciwan û beşên kedkar ên civakê xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin, hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Li hember qetilkirina jinan em yekîtiya xwe xurt bikin û bi xweparastinê azadiya xwe misoger bikin.
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
09.04.2025