Li hember dorpêça li ser Kobanê pêwîst e mirovahî bi erka xwe rabe

Ji raya giştî û çapemeniyê re
Ji 6’ê mehê ve Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di encama plan û komployeke navneteweyî de rastî êrîşên herî hovane tên. Çeteyên HTŞ’ê DAÎŞ Û yên girêdayî dewleta Tirk bêyî ti exlaqekî mirovî li ber çavan bigirin êrîşên xwe berdewam dikin.
Ew êrîşên dirinde û hovane dibin sedema gelek sivîl jiyana xwe jî dest bidin. Ligel êrîşan li hember bajarê Kobanê yê bi sedhezaran mirov lê hene dorpêçeke giran heye. Ji ber vê dorpêçê têkildarî dabînkirina pêdiviyên jiyanî yên civakê zehmetiyên mezin hene. Heya niha pênc zarokan ji ber bêderfetiyan jiyana xwe ji dest daye. Ev jî rewşeke pir xerab a tundrewiyê ye û sûcê şer e. Ji bo li Kobanê karesatên mirovî yên mezintir rû nedin, divê gelên cîhanê xwedî li nirxên xwe yên însanî derkevin û rayedarên xwe li hember van kiryaran bixin nav tevgerê.
Gelê Rojavayê Kurdistanê bi gel, şervan û gaziyên xwe biryara berxwedanê dane. Lê ew çeteyên tundrew ên ti nirxekî merdbûnê li cem wan nîne dixwazin bi dorpêç û destdirêjiyên li hember nirxên me êrîşan bidomînin. Eger ev çete û hêzên li pişt wan wer dihizirin ku bi wan kiryaran gelê me yê azadîxwaz teslîm bigirin, em diyar dikin ku dê ev ji bo wan tenê weke xeyalekî qet pêk nayê bimîne. Em teqez dikin ku wê ew çete û yên piştgiriya wan dikin li hember tofana berxwedana Kurdistanî têk biçin.
Tevî van hemûyan ji bo dorpêça li ser Kobanê pêwîst e mirovahî bi erka xwe rabe. Em careke din bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember dorpêça li ser Kobanê û êrîşên li ser Rojava bikevin nav tevgerê. Divê were zanîn ku berxwedana li Rojava berxwedana ji bo hemû nirxên mirovatiyê ye. Lewma gelên azadîxwaz bi piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re pêwîst e dîwarên bêdengiya navneteweyî hilweşînin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê




