Li erdnîgariya herî dewlemend mirov ji birçîbûnan dimirin
Bihar Kobanê

Her dema ez li wêne û dîmenên xelkê bajarê Xezayê dibînim ez di hêla wijdanî de diêşim û ji mirovbûna xwe şerm dikim. Ez dibêjim, gelo mirovahî gihiştiye rewşeke wiha ku li hin waran mirov ji birçîbûnan bimirin yan jî ji bo pariyekî nan pê li hev bikin û hevdu bifetisînin? Niha di van kêliyên ez vê nivîsê amade dikim de strana hunermendê Kurd ê navdar ê ji Başûrê Kurdistanê Necmedîn Xulamî guhdar dikim. Di stranê de dibêje, “Jiyanî emro nefiroşin ji bo kirînî nanê sibey.” Ji ber sala 1991’ê rejîma Sedam Husên êrîşî ser gelê Başûr kir. Jin, zarok, pîr û kal neçar man berê xwe bidin sînorên welatên cîran.
Gelek ji wan koçberan pêşmergên Barzaniyan bûn. Dema çûn ser sînorên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê, ji birçîbûnan çekên di destê xwe de bi nanekî didan. Ev jî tiştekî welê ye ku xirûra mirov dişikîne. Strana hunermend Necmedîn Xulamî jî tê, wê wateyê ku pêşmergan jiyana xwe ya îro firotin ji bo nanê sibê û ev jî rewşeke hîn sosret bû.
Di pêvajoya 2014’an dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, ji mirovên ji bo ji komkujiyan biparêzin, xwe spartibûn çiyayan bi sedan kes ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Dema mirov rewşa xelkê Xezayê yê di bin êrîşan de ye dibîne mirov pir şerm dike û dibêje mirovahî çima ketiye vî halî? Rewşên wiha gelekî bi jan û sosret in. Rûyê mirovan ji şerman sor dibe û mirov pê pir diêşe. Em li erdnîgariyeke herî dewlemend dijîn, lê li heman cihî mirov ji birçîbûnan dimirin. Naxwe ruhê mirovbûnê miriye. Em weke şoreşger û dildarên azadiyê hewl didin wî ruhî zindî bikin û bi serketinê tacîdar bikin.
Li gorî nêrîna min divê jin û civak têkevin cidiyeta mijarê de û haj li xwe hebin. Xema desthilatdaran nîne û jixwe ew bi xwe sersedemên hemû pirsgirêkan e. Ew tenê biryaran didin û yên derdan jî dikişînin jin û civak in. Naxwe divê jin û civak bikevin derdê pêşeroja xwe û derfetê nedin desthilatdaran hesaban li ser wan bikin. Divê jin û civak xwe bigihînin asta xwe bi xwe biryara xwe bidin.
Projeya Rêber Apo pêşkêşî dewleta Tirk û PKK’ê kiriye, ji bo her kesî û her deverê derbasdar e . Pêwîst e jin û civakên Rojhilata Navîn jî xwe amade bikin û nekevin xefletên dewletan. Jin û civak divê xwe li ser proja aştî û civaka demokratîk perwerde û zana bikin.
Ji bo Xezayên din çênebin hewce ye jin û civak şiyar bin, di nav têkoşîna pergala civaka exlaqî û polîtîk de xwe bihelînin û bibin parçeyek jê. Divê tevahî gelên Rojhilata Navîn xwe di siyasetê de kûr bikin.