Li dijî madeyên hişbir têkoşîneke hevpar pêwîst e

Li Şedadê di çarçoveya metirsiyên hişbirê û têkoşîna li hember wê de bi tevlîbûna gelek gaziyên şer semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de hat diyarkirin ku li dijî madeyên hişbirê têkoşîneke hevpar a tevahî beşên civakê pêwîst e.

Bi sernavê “têkoşîna li dijî hişbirê” bi tevlîbûna gaziyên şer ên herêma Şedadê ya girêdayî kantona Cizîrê têkildarî metirsiyên hişbirê û têkoşîna li hember wê semînerek hat lidarxistin.

Semîner ji aliyê Hevserokê Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Şedadê Mihemed Ebdulhelîm ve hat dayîn.

Mihemed Ebdulhelîm destnîşan kir ku têkoşîna li dijî hişbirê kar û xebateke hevpar û rêxistinkirî hewce dike û got, “Bi taybet hevalên me yên gaziyên şer di vê têkoşînê de dikarin bi me re bibin destek. Civak pir qîmet dide gaziyan. Li ser vî esasî ji bo em ciwanên xwe biparêzin û civakeke bi tenduristî pêş bixin divê em li hember madeyên hişbir têkoşîna xwe xurt bikin.”

Mihemed Ebdulhelîm anî ziman ku hêzên dagirker û çeteyên girêdayî wan li hember şoreşa me bi her rêbazî êrîşan dikin û wiha domand, “Belavkirin û bikaranîna madeyên hişbir jî yek ji wan rêbazan e. Dixwazin civaka me û bi taybet ciwanan bi vî awayî pûç bikin. Em bawer dikin wê tevahiya civaka me li hember van kiryaran hişber be. Ji bo ciwanên me, civakên me û pêşeroja me ji van tehlûkeyan bê parastin divê her kes xwe berpirsiyar bibîne û destê xwe bixin bin kevir.”

Gaziyên şer ên mafê axaftinê wergirtin jî diyar kirin ku wê nehêlin kes civakên me di hundir bi madeyên hişbir jehrî bikin. Gaziyan gotin ku di têkoşîna li hember madeyên hişbir de çi ji dest wan bê wê bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button