Li dijî kiryarên hovane divê her kesên xwedî wijdan rabin ser piyan

Ji raya Giştî û Çapemeniyê re

Çeteyên girêdayî hikûmeta veguhêz bi alîkariya dewleta Tirk 6’ê Çileyê êrîşeke hovane li hember taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê pêk anîn.  Ev êrîşa hovane ya li ser esasê komkujî û qirkirina gelê Kurd bû bi awayê hemû nirxên mirovatiyê, exlaq û hiqûqê şer binpê dike hat meşandin.

Bi van êrîşan dihat armanckirin ku gelê me yê li wan taxan di qirkirinê re bê derbaskirin, demografiya bajêr bê guhertin û rûmeta gelê me bişikînin. Li her du taxan hêzên ewlekariyê bi hejmareke kêm li hember bi hezaran çeteyên hov berxwedaneke bêhempa û muezem nîşan dan. Wan berxwedêr û qehremanan pênc rojan bi îrade, hêvî û ezmeke mezin li ber xwe dan. Ev rojên welê bûn ku her kêliya wê berdêlî salekê ye.

Dîrok careke din di şexsê lehengên fedaî fermandar Ziyad Heleb, şervanên rûmetê Hawar, Faraşîn, Denîz Dilbirîn û Rojbînan de nîşan da ku ti hêzeke dagirker û êrîşkar wê nikaribe vîna azad a bi felsefe û fikrên Rêber Apo bûye mîna pola bişikîne.

Ew çeteyên xwedî hişmendiyeke herî paşverû û hov in, êşkenceyê li cenazeyên berxwedêrên jin û xort dikin. Em wan kiryarên bêexlaq bi tundî şermezar û rûreş dikin. Li hember wan kiryaran em bang li her kesên xwedî rûmet dikin ku bikevin nav livûtevgerê. Li dijî wan pêkanînên li derveyî mirovatiyê pêwîst e her kesên xwedî wijdan dengê xwe bilind bikin û rabin ser piyan.

Em gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo şehîdan, birîndaran û xelkê sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabûn ser piyan jî bi rêzdarî silav dikin. Divê were zanîn ku em ê weke gel, şervan û gaziyên şer ti carî serê xwe ji dagirkeriyê, êrîşan û zilmê re netewînin. Heya fedaiyên me yên bi gotina, “Em rexnedayîna xwe didin gelê xwe” diçin ser mirinê hebin, em ê nekevin.

Tiştên çeteyên hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin sûcên şer in, tawanên li hember mirovatiyê ne. Divê tevahiya raya giştî ya mirovperwer û xwedî wijdan li hember wan sûcan bêdeng nemînin.

Em careke din gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hêzên xwe yên ewlekariyê, gaziyên xwe yên şer ên tevî hemû êş û birînên xwe jî di vê berxwedana dîrokî û bi rûmet de di nav refên berxwedanê de cih girtin, bi rêzdarî silav û hembêz dikin. Em bang li gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dikin ku bi dil û can xelkê me yê berxwedêr ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêşwazî bikin. Pêdiviyên wan ên jiyanî bi ruhekî Apoyî dabîn bikin.

Li ser vî esasî em tevahî şehîdên xwe yên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfaya xêrê dixwazin. Em ê bi ruhê berxwedanê yê hevrê Ziyad û Faraşînan dawî li zilmê, hovîtiyê û dagirkeriyê bînin. Ji sedî sed em ê welatekî hemû gel bi xwişk û biratî têde bijîn tevî hemû astengiyan ava bikin.

Gaziyên jin ên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button