Laleş Êzidî:  Heval Sorxwîn û Azadî gelek tevkarî li xebatên gaziyan kirin

Hevalê têkoşînê yê şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî Laleş Êzidî diyar kir ku fermandar Sorxwîn û Azadî gelek tevkarî li xebatên gaziyan kirin û got, “Hevalên gazî pir ji wan hez dikirin û her dihatin li dora wan kom dibûn.”

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Lalêş Êzidî di duyemîn salvegera şehadeta Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik de nêrînên xwe anîn ziman.

‘Sorxwîn pir ji mirovan hez dikir’

Laleş Êzidî da xuyakirin ku wê ked, sekn, hezkirin û germahiya hevala Sorxwîn a mezin û dilnizmiya wê ya li hemberî jin, dayik, bav, ciwan û zarokên gelê me yê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ti carî nayê jibîrkirin û got, “Bi taybetî jî ked û xebata hevala Sorxwîn a di avakirina şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê timî mayînde û di bîra mirovan de be. Hevala Sorxwîn xwe bi bîrdoziya rêberê mirovahî û heqîqetê, Rêber Apo perwerde kiribû.”

Laleş destnîşan kir ku di pêvajoya çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrîşî Kobanê kirin, fermandar Sorxwîn ji Gabar a Bakurê Kurdistanê derbasî Gabarê dibe û wiha dewam kir, “Hevala Sorxwîn bi ked, xwîn û xwêdana xwe bû yek ji leheng û qehremanên şerê Kobanê. Li kêleka şehîdên nemir ên mîna heval Gelhat, Zehra, Hebûn, Arîn Mîrkan û bi sedan hevalên şehîd, gazî û birîndar, di şerê Kobanê de pir şer kir û birîndar bû. Hevala Sorxwîn di şerê Kobanê ji dest, pişt, ling û çavên xwe birîndar bibû. Çavekî xwe winda kiribû û bibû yek ji gazî û birîndarên keleha berxwedanê bajarê Kobanê. Hevrê Sorxwîn dixwest bi ked û fedakariya xwe heyfa bi hezaran jinên ketine destê çeteyên DAIŞ’ê de rake.”

Endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî axaftina xwe wiha domand, “Hevala Sorxwîn tevî rewşa birîndariya xwe ya giran jî ti carî dest ji têkoşîn, perwerde, rêxistinkirina gel û şervanan berneda. Her di nav lêgerîn û hewldanan de bû da ku hevalên gazî bîne cem hev û wan li ser paradîgmaya neteweya demokratîk, biratiya gelan û xeta jina azad perwerde bike. Hevala Sorxwîn ti carî dilê hevalên birîndar û gazî nehişt. Ji wan hez dikir û bi wan re eleqedar dibû. Gelek tevkarî li xebatên gaziyan kir. Hevalên gazî jî her li dora wê kom dibûn. Hevrê Sorxwîn tenê ne bi hevalên gazî re, ji zarokan bigire heya jin, ciwan û mêran bi her kesî re bêferq û cudahî nêzî her kesî dibû, bi wan re eleqedar dibû. Lewma her kesî ji hevala Sorxwîn pir hez dikir. Bi esasî ew hezkirina hevala Sorxwîn ji heval û mirovan, hezkirina wê ya ji xweza û jiyanê re bû. Bi qasî ji jiyanê hez dikir, ew qasî jî mezin dida jiyandin.”

‘Hevala Azadî dixwest mezin bijî’

Têkildarî Azadî Dêrik jî Laleş Êzidî got, “Heval Azadî jî mîna hevala Sorxwîn bi hezkirin, sekn û germahiya xwe di nav hevalan de dihat naskirin. Hevaleke welê bû ku mirov jê hêz û cesaret digirt. Ji ber di nav malbateke welatparêz de tê dinyayê hê di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadiyê nas dike. Hevala Azadî ji zaroktiya xwe ve dema ku diçû dibistana rejîmê, zext û zilma li ser gelê xwe dît. Kîna wê li hemberî zordestî û siyaseta zextdar zêde dibû. Di  pêvajoya Şoreşa Rojava de hevala Azadî weke keçeke ciwan ku dilê wê ji bo azadiyê mezin lê dida, dixwest mezin bijî. Lewma bi ked û hezkirina xwe ya ji hevaltiyê re tevlî nav refên şoreşê bû.”

Laleş anî ziman ku Azadî her dixwest weke jineke wêrek xwe di rastiya Rêbertiyê de perwerde bike û têkildarî vê xisûsê wiha axivî, “Bi vê bîr û baweriyê berê xwe dabû nav refên şoreşê. Heval Azadî weke erkekê timî dixwest li kêleka hevalên xwe be û ji bo wan kar bike. Bi israr û xwestekek mezin pêşniyara xwe dikir ku vesaziya wê li cem hevalan gazî çêbibe da ku bi hevalên xwe re bibe alîkar. Hêvî û xeyalên heval Azadî ew bûn ku rojekê Rêber Apo bibîne. Timî bi vê baweriyê û bi ruhê ciwan tevlî kar û xebatan dibû.”

Endamê federasyona gaziyan Laleş Êzidî bi van hevokan dawî li axaftina anî, “Heyf û mixabin heval Azadî û heval Sorxwîn, bi hevkariya xayîn û nokeran di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Beriya heval Azadî şehîd bikeve bi saetekê em bi hev re axivîbûn. Ji min re gotibû, ‘Haj li xwe hebe. Silavên min ji hevalên cem xwe û giştî hevalan re bêje.’ Ez ê jî weke hevalekî girêdayi ked û têkoşîna wan hevalan û tevahî hevalên şehîd bim. Ji ber tişta me bi hêz dihêle ew e, em dilsoz û girêdayi xeta Rêber Apo, hevalên şehîd û gelê xwe bin. Ev soza min a ji bo bîranîna hevala Azadî û hevala Sorxwîn e.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button