Kovara Gaziyên Şer ‘Berxwedan Jiyan e’ derket

Kovara weşana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi navê Berxwedan Jiyan e bi sernavê ŞOREŞ BI KED Û TÊKOŞÎNÊ PÊŞ DIKEVE derket.

Kovara di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS)’ê de derdikeve ku sê hejmarên wê bi navê Gazî Şehîdên Zindî ne û Ji Pênûsa Şehîdên Zindî hatibûn weşandin, bi hejmara çaremîn re bi Kurdî û Erebî bi navê Berxwedan Jiyan e hat çapkirin.

Di hejmara çaremîn a Kovara Berxwedan Jiyan e ya mehên Tîrmeh û Tebaxê digire nav xwe de tehlîlên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan, dîsa nirxandinên Rêbertî yên der barê Berxwedana 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê de cih digirin.

Di kovara bi sernavê ŞOREŞ BI KED Û TÊKOŞÎNÊ PÊŞ DIKEVE hatiye weşandin de ligel çalakî û merasîmên gaziyên şer tevlî bûne, daxuyaniyên têkildarî rojên girîng ên li ser navê FGBRS’ê hatine dayîn jî hene.

Kovara weke bultena leşkerî, bîrdozî û siyasî ya gaziyên şer tê amadekirin, her du mehan carekê tê weşandin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button