KOMPLOYA 9’E COTMEHÊ DESTPÊKA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN E -3

 

Leyla Waşûkanî

Beşa 3

Dewleta Tirk a faşîst ev heft sal in serdestiya xwe li ser Rojavayê Kurdistanê ferz dike û roj bi roj rûberiya cihê xwe jî fireh dike, bêyî  ti dewlet jêre zagonan deyne yan jî hesab jê bixwaze. Di serî de bi şer û pevçûn kete bajarê kevnar Efrînê. Paşê çavên xwe berda bajarên weke Serê Kaniyê û Girê Spî. Niha jî tehdîdan dikin. Jixwe rojane sivîlan şehîd dikin, li navendên aboriya civakê didin û xerab dikin. Dema ku Tirkiye berê xwe da bajarên Rojava û êrîş kir, ti hêzên derve li pêşiya wan nebûn asteng û negotin, “Hûn çi dikin û çima wiha dikin?” Ji ber van sedeman dewleta Tirk jî xwe serbest dît, berê xwe da gel û tarûmar kir. Heya roja me ya niha jî xelkên wan her sê bajarên Rojava yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çeteyên girêdayî dewleta Tirk her kiryarên bêexlaqî tînin serê xelkê herêmê.

Gelo dewletên Yekîtiya Ewropayê rewşa xelkê herêmê nabînin yan jî ew rewş li xweşiya wan diçe û ew sersedema wê rewşê ne? Hêzên sermayedar bi xwe qeyranan didin çêkirin û paşê ji xwe re senaryoyan çêdikin, bi navê mudaxeleyê xwe li herêmê bi cih dikin. Serweriya xwe li ser her kesî ferz dikin. Ew jî têrê nake hikûmeta faşîst a Erdogan-Bahçelî, careke din dixin dewrê û dixwazin vîna gelên herêmê bişikînin, bixin xizmeta xwe. Jixwe li hêla din jî dewleta Îsraîlê bi kar tînin û Rojhilata Navîn kirine navenda şerê xwe yê cîhanî. Rewşa Iraqê û Başûrê Kurdistanê pir bi zelalî diyar e û xiyaneta mala Barzanî careke din xwe li ser gelê Kurd ferz dike, rojane li pêş çavên wan mirovên sivîl şehîd dikevin, hestê wan ê neteweyî û mirovî tevnagere.

Jixwe wan xayînan ji zû ve her tişt radestî rayedarên Tirk kirine. Her çi qasî berê xiyaneta xwe bi dizî dikirin jî îro pir vekirî dikin. Rêber Apo bi zanyarî û felsefa xwe ya kûr komploya navneteweyî vala derxist, paradîgmaya şaristaniya demokratîk danî holê û ji mirovahiyê re kir mîrateya bingehîn a pêşeroja wekhev û azad. Rêber Apo der heqê şerê cîhanê yê sêyemîn de got: “Tevgera me ya azadiyê di welatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de, bûye xeta sêyemîn a serbixwe û ev jî bingehê vîna gelê Kurd ê azad e.” Tevgera Azadiyê li ser wê perspektîfê têkoşîna xwe berdewam dike, roj bi roj yekîtiya gelan ronahiya xwe dide tevahî cîhanê. Li ser van bingehan xelkê herêmê çi Kurd çi jî Ereb, Ermen, Sûryan û her neteweya li ser xaka Rojava û Sûriyeyê xwe bi hişmendiya şaristaniya demokratîk gurçûpêç bike, li dijî her êrîş û dijminatiya gelan têkoşîn bike, xweseriya xwe biparêze.

Qet û qet pêdivî nîne ku çavên ti kesî li hêzên derve nebe, li ser hêza xwe ya bingehîn xwe rêxistin bike û bibe xwedî vîna azad. Di nava civakê de hevokek wiha heye ku dibêjin “Çavên li deriyan xwelî li seriyan” û wateya wê jî ew e ku teqez, divêk mirov ji ti kesî hêvî neke, li ser hêza xwe ya cewherî xwe biparêze, têkoşîna xwe berdewam bike. Li şûna serê xwe li hemberî serdestan bitewîne pêwîst e serê xwe bixebitîne û xwe bikin yek. Li şûna em hêzên komploger û dijminan şermezar bikin, divê hemû neteweyên herêmê xwe bikin yek û çalak bibin. Pêwîst e her mirovekî vî welatî di rûyê hişmendiya dagirker, tecawizkar û qirker bibe wek volqanekê. Bi taybet jî hewce ye jin û ciwan pala xwe bidin hev, xwe bi zanebûn û hunerek zirav rêxistin bikin. Bi parastina cewhera xwe çalak bibin û layiqî keda Rêber Apo ya bêhempa bibin.

Wê bidome…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button