Komkujiya Roboskî

Dîroka Kurdan ne tenê bi berxwedan û serhildanan her wiha bi komkujiyan jî tijî ye. Yek ji van jî komkujiya Roboskî ye. Li vê herêma berê jî komkujî lê hatine kirin herî dawî 28’ê Kanûna 2011’an piraniya wan ciwan 34 Kurd bi balafirên şer ên Tirk F-16’an hatin qetilkirin.
Bi ragihandina komara Tirk re bazirganiya bi salan weke “qaçaxcîtî’ hate binavkirin. Roboskî yê cîranê Heftenînê ya Başûr e, bi sedê salan rêya bazirganiyê bû.
28’ê Kanûna 2011’an dîsa bi eynî armancê mirov çûne ser sînor. Ji Roboskî 35 kes bi hespên xwe bi rê ketin. Dema gihiştin cihê leşkerî yê li ser sînor leşkerên xerac ji gundiyan distandin vê carê gotin, “Dibe ku ev cara we ya dawî be.”
Ev gotinên leşkeran mikurhatina wê komkujiyê bû ku piştî bi çend saetan wê pêk bihata. Gundiyan ev gotin bi bobeleta ku dipan şîrove kiribûn. Ji ber beriya niha jî car caran bazirganiya ser sînor hatibû astengkirin. Lê wê vê carê wiha nebûya, 34 gundî li gel hespên xwe bi rengekî hovane wê bihatana qetilkirin. Dema gundî gihiştin ser sînor û vegeriyan balafirên şer ên artêşa Tirk gelek caran bombe avêtin. Ji 35 kesan tenê Servet Encû sax filîtî. 34 kesên din tevî hespên xwe bi bombeyên bi giraniya bi tonan hatin qetilkirin.
Daxuyaniyên dewleta Tirk ên têkildarî komkujiyê ji hêla Roboskiyan ve weke berdewama komkujiyê hatin nirxandin. Ji ber bi hewldana meşrûkirina komkujiyê bûn ev daxuyanî. Serokwezîrê Tirk ê wê demê Tayyîp Erdogan ji bo kesên hatin qetilkirin pêşî got, “PKK’yî.” Piştre got, “Eşqiya” û herî dawî got, “Qaçaxçî”. Ev gotin bi awayekî ji bo rewakirina wê komkujiya hovane bû.
Tevî 14 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî nêzîkatiya dewleta Tirk a têkildarî komkujiyê neguherî. Pêvajoya hiqûqî ya berpirs werin darizandin jî bi dawî nebû.
Bêguman wê komkujiya Roboskî qet neyê jibîrkirin. Wê timî di hişê gelê Kurd de be. Ji ber jibîrkirin xiyanet, bêexlaqî û bêwijdanî ye. Em ê ne ji bîr bikin, ne jî bidin jibîrkirin. Bi avakirina jiyaneke azad a li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan a Rêber Apo û bicihanîna armancên şehîdan em ê tola hemû komkujiyan rakin.




