Komkujiya Qamişlo wê qet neyê jibîrkirin
Zîlan Kobanê

Berî niha bi 22 salan di 12’ê Adara 2004’an de rejîma Baas a Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistan bajarê evînê Qamişlo komkujiyek pêk anî. Di wê komkujiyê de gelek ciwanên Kurd hatin qetilkirin.
Rejîma Baas ku şovenîst sor kiribûn, di lîstîna maçeke futbolê de li hember nirxên gelê Kurdistan dest bi êrîşan kiribûn; di heman demê de hêzên ewlekariyê yên rejîmê jî ku ji berê de xwe amade kiribûn derbasî qada futbolê dibin û bi şovenîstan re pêkve êrîşî ciwanên Kurd dikin.
Gelê Kurd ê Rojava ku li ser esasê xebatên bêhempa yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi salan, gihiştibû hişmendî û zanebûneke mezin, serê xwe ji wê komkujiyê re nedanî. Li her gund, navçe û bajarên Rojavayê Kurdistan pêl bi pêl gelê Kurd radibû ser piyan li hember faşîzma Baas dengê xwe bilind dikir. Hêzên dewletê li hember raperîna Kurd ji neçarî xwe vekişandibûn. Dewlet ku bi artêşa xwe bi tank û erebeyên zirxî xwe diparast jî nikarîbû li hemberî raperîna gel tiştekî bike.
Dewletê li hember gel gav şûnde avêt û ev rastî fêm kir ku bi komkujî û rêbazên sorkirina gelan li hember hevdu nikare encam bigire, nikare vîn û îradeya gelê Kurd, a bi salan bi felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd hatiye asta azadiyê bişkîne.
Gelê Kurd ê Rojava di Têkoşîna Azadiya Kurdistan de bi hezaran ciwanên xwe yên pîroz û bilind feda kir. Ew ciwan di rêya azadiyê de bûn pêşeng, bûn sembol. Ji Ismaîlan, heta Mihyeddînan ji Şîlanan, heta Dîcleyan, ji Rusteman heta Gulbihar, Berwar, Xebatan, Ziyad û Denîzan… afirînerên jiyana azad bûn. Zanebûn, jêhatî û giranbuha bûn… Di Welatê Rojê de çavkaniya jiyana bi rûmet bûn.
Îro Rojhilata Navîn bi taybet navenda wê Kurdistan ketiye merheleyeke nû, gelê me li welatê xwe, jiyan û civaka xwe bi ronahiya şehîdan, bi raman û fikrên Rêberê Gelê Kurd ava dike, bi coş û bi heyecan. Êdî keleh û qesrên serwer û dagirkeran ku kuştin, sirgûn, êş û xizanî li ser gelê Kurd didan ferzkirin hildiweşin. Gelê Kurd di vê pêvajoya girîng de li ser esasên Civaka Demokratîk jiyaneke wekhev û azad ava dike.
Jiyana azad li li her qadên Kurdistanê ji aliyê şervanên Apoyî di kaniyên herî zelal de tê dawerivandin. Ji êş, keser û janên gelê Kurd hêviyên bi hezarê salan tên neqşkirin. Gelê Kurd li ber keviya azadiyê ye. Bi hemû îhtîşam, heybet, coş û heyecana xwe têkoşîna jiyaneke azad pêş dixe. Gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya RêberApo bûye xwedî aqilekî civakî û aqilekî Kurd. Komkujiya Dêrsim, Helebce, Qamişlo wê ti carî neyên ji bîrkirin. Gelê Kurd bi têkoşîn, zanebûn û berxwedana xwe wê tekez jiyaneke bi rûmet ava bike.




