Komkujî û xiyaneta 3’yê Tebaxê wê ti carî neyê jibîrkirin
Bi desteka hêzên dagirker, çeteyên DAIŞ’ê berî niha bi deh salan êrîşî Şengala cih û warê pîroz ê civaka Êzidî kirin.
Wan hêzan bi vê êrîşê re ku hewl didan yek ji civaka herî qedîm a Mezopotamyayê, Êzidiyan û baweriya wan ji holê rakin, di heman demê de hedef dikirin ku Şoreşa Rojava ya pêş diket jî tesfiye bikin.
Roja 3’yê Tebaxa 2014’an de fermaneke giran bi ser civaka Êzidî de hat. Komkujiya herî mezin a sedsala 21’emîn bi destê çeteyên DAIŞ’ê hate kirin. Ev komkujî bi desteka dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê çêbû. Di fermanê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin û zarok dîl hatin girtin, bi deh hezaran ketin ser rêya koçberiyê.
Beriya komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an Tebaxa 2007’an li Siba Şêx Xidir û Tilezer komkujiyeke mezin çêbû. Di encama teqîna li Siba Şêx Xidir û Tilezerê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan.
Wê demê Rêber Apo bang kir û got “Divê Şengal û gelê Êzidî bên parastin”. Lê Şengal wekî herêm di bin desthilata PDK de bû. PDK’ê rê nedida tişta pêwîst ji bo parastina Şengalê bê kirin û dibû asteng.
Roja 3‘yê Tebaxa 2014‘an de çeteyên DAIŞ‘ê dest bi êrîşên li ser gundên Şengalê yên Gurzêlê, Siba Şêx, Rembûzî, Til Benat û Koço kirin. Di saetên berbanga sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajêr ve pêşde ketin, çekdarên PDK‘ê ku hejmara wan bi qasî 18 hezar bûn, ber bi parêzgeha Dihokê ve reviyan, yên nedikarîbûn birevin jî xwe spartin Yekîneyên Parastina Gel ên Rojava.
Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayê Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meş li ser lingan xwe spartin çiya. Di saetên destpêkê yên sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Şengalê dagir kirin, her kesê li pêşiya xwe didîtin qetil dikirin, jin û zarok direvandin, pîrozgehên Êzidiyan teqandin û şewitandin.
Di wê pêvajoyê ku şoreşa Rojava hê di sala xwe duyemîın de bû, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên ji bo parastina Şoreşa Rojava hatibûn avakirin, ji bo xilaskirina Êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekirin. Bi deh hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin, ew gihandin kamp û gundên Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan amade kiribûn. Li aliyê din gerîlayên HPG’ê û YJA STAR’ê ji çiyayên azad bi hawara civaka Êzidî ve hatibûn.
13’ê Mijdara 2015’an ji aliyê hêzên YBŞ, YPJ-Şengal, HPG û YJA-STAR’ê ve Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Di encama vê pêngava pîroz de bi sedan gerîla û şervanên azadiyê şehîd û birîndar bûn. Ev şehîd û gazî weke sembola berxwedanê wê timî ji bo pêşketin û azadiya civaka Êzidî û gelên din ên li herêmê bibin ronahî û nîşaneya serketinê.
Êzidiyên rastî fermana 74’emîn hatin, ji bo careke din bi qetlîamên wiha re rûbirû neyên xwe bi felsefe û ramanên Rêber Apo pêş xistin. Hêzên xwe yên parastinê YBŞ-YJŞ ava kirin. Di pêşengiya jinan de civaka Êzidî dest bi xwerêxistinbûnê kir. Di wan şertên zor û zehmet de her ku çû civaka Êzidî rêxistinbûna xwe berfireh kir. Di roja me ya îro de civaka Êzidî û xelkê Ereb tevî hemû peyman û lihevkirinên qirêj li herêma Şengalê li ser bingehê felsefe û ramanên Rêber Apo pêkve dijîn. Helbet ev komkujiya hovane û xiyaneta PDK’ê ya rê li ber wan çeteyan vekir wê ti carî neye jibîrkirin.