Keziyên me rûmet û kerameta me ne

Weke tê zanîn ji serê salê ve li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet Rojavayê Kurdistanê êrîşeke neheq, zalim û hovane heye. Bi dehhezaran çeteyên ti nirxekî mirovatiyê li cem nîne bi piştgiriya hêzên derve û dewleta Tirk êrîşî pêkve jiyana gelan û şoreşa azadiyê dikin.
Ev çeteyên hov û serkêşên wan ku herî zêde ji hêza rêxistinkirî û azadîxwaz a jinan ditirsin, di van êrîşan de destpêkê destdirêjiyê li nirxên jinan dikin.
Li taxa berxwedanê Şêxmeqsûd li hember hevrêya me ya şehîd Denîz, bêhurmetiyeke wê ti carî neyê efûkirin hat kirin. Herî dawiyê jî di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çeteyekî HTŞ’ê keziya hevaleke me ya şervana azadiyê jêkiriye û nîşanî kamerayan dide.
Em ê van kiryarên derveyî exlaq û wijdanê mirovatiyê tenê protesto û rûreş nekin. Weke gaziyên jin ên ji bo jiyana azad berdêlên mezin dane û êşên giran jiyane em soz didin hesabê wan kiryaran bipirsin. Keziyên me rûmet û kerameta me ne. Em ê dinyayê bi ser wan çeteyên destdirêjiyê li ser nirxên me dikin de bînin xwarê.
Li ser vî esasî em bang li tevahî jinan jî dikin ku ji bo hesabpirsîna wan kiryarên kirêt berê xwe bidin çeperên berxwedanê. Em ê bi berxwedanê cîhanê ji wan çeteyên hov rizgar bikin. Bi ruhê berxwedanê yê Denîz û Feraşînan jiyaneke wekhev û bedew li ser esasê azadiya jinê em ê ava bikin û diyarî şehîdên xwe yên ji bo me herî bi qîmet in bikin.
Gaziyên Jin




