‘Kengî Rêbertî bi awayekî fizîkî azad bû em ê jî azad bibin’
Asya Weşûkanî

Dîlên azadiyê yên piştî bi salan ji zindanê derdikevin bi kelecan û coşeke pir mezin ji hêla gel ve tên pêşwazîkirin. Ew jî bendewariya xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tînin ziman û dibêjin, “Bêyî azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadî ji bo me bê wate ye. Kengî Rêberê me bi awayekî fizîkî azad bibe û pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe em ê bibêjin em azad bûne.”
Her çiqasî hinek kes têkildarî dîlên azadiyê diyar dikin ku ji ber hukmê wan temam bûye, serbest hatine berdan. Ev gotin ya rastî bi awayekî xwexapandinek e jî. Ji ber gelek dîlên azadiyê yên bi dehan salan zindanê de ne û hukmê li ser van ev çend sal in qediyane jî, bi hincetên curbicur di zindanan de tên hiştin. Ev rastiyeke ku di vê pêvajoyê de serbestberdana ewqas dîlên azadiyê, bi pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin re heye.
Rêber Apo der barê pêvajoya didomê de dibêje, “Têkoşîn û xebatên me yên ji bo aştî û civaka demokratîk dewleta Tirk jî bandor kir û hişt kêm be jî gavên erênî biavêje.” Weke em hemû jî li ser medya û çapemeniyê dişopînin û dixwînin Rêber Apo wan gavên erênî weke berhema pêvajoyê dibîne. Rêber Apo zêdetirî 52 salan e têkoşîneke bêhempa dimeşîne û niha jî dibêje, “Hûn xwedî derfetin û li derve ne. Divê hûn ji bo pêvajoyê pir kar bikin. Tevî ez di nav çar dîwaran de me jî, rojê 20 saetan dixebitim, 4 saetan jî bêhna xwe didim.” Naxwe pêwîst e, em jî barê pêvajoyê bigirin ser milên xwe û pir zêde bixebitin. Ji ber dem dema têkoşînê ye. Hewce ye em di kar û xebatan de ti astengiyan nas nekin.
Dema min bihîst ku gelek hevalên dîlên azadiyê yên piştî 30 salî ji girtîgehên Tirkiyeyê serbest hatin berdan bi kelecan û coşeke pir mezin min got: “Teqez divê em bêjin, dîlên azadiyê bi awayekî fizîkî serbest hatin berdan. Ji ber ew heval ji hêla fikir, ruh û hest de jixwe serbest bûn. Îro jî bi serbilindî û piştî berxwedaneke bêhempa vegeriyan nava rêxistin, heval, nas û xelkên xwe. Soz didin wê ji berê hîn zêdetir têkoşîn bikin.” Em gelekî kêfxweş dibin ku hevalên me yên 30 salan û bêhtirî 30 salan di zindanan de mane hatine li kêleka me têkoşîna xwe berdewam bikin.
Yek ji wan dîlên azadiyê jî jina serhildêr û berxwedêr Hacer Efrîn e. Hevrê Hacer ji bo jiyaneke bi rûmet ji gelê xwe re ava bike,têkoşîn kir, serî li hemberî neyar û zexta wan netewand. Niha jî têkoşîna xwe bi kelecana azadiyê berdewam dike. Hevala Hacer Efrîn a ew demeke kurt e ji zindanê derketiye ji bo me dibe ruh û manewiyata bilindkirina têkoşîna azadiyê ye. Ew bi xwe jî bi kelecan û coş her kesî pêşwazî dike. Hevrê Hacer dibêje, “Di vê pêvajoyê de barê me hîn girantir bûye. Ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk ez ê bi hemû hêza xwe bixebitim. Wê serkeftin tekez a me be.”
Hevala Hacer Efrîn 30 salên xwe di nav girtîgehên dewleta Tirk de bihurand, weke Sarayan li ber xwe da û serbilind bû. Li wargehên zilmê xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kir, ruhê xwe yê paqij ji hişmendiya desthilatdar û mêrperest parast. Wexta min dîla azadiyê Hacer Efrîn dît ez gelekî hestiyar bûm. Dema min dît ku pêşeng û serhildêr Hacer ji xwe bawer û bi kelecan xeber dide min jî xembariya xwe ya weke pêlewreke reş belav kir.
Min manewiyat û ruhiyeta hevala Hacer Efrîn gelekî xurt dît. Wiha ji min re hat ku hevala Hacer xwe di warê fikrî û ruhî de parastiye. Ji ber wê her xwe li ser piyan girtiye. Di aliyê bedenî de gelek zehmetî û xesar dîtiye. Lê bi vê ruhiyat û îradeya xwe ya xurt têkoşîna jiyanê weke şoreşgereke Apoyî didomîne.
Her ku ez hevaleke yan jî hevalekî dîlên azadiyê dibînim, gelekî kelecan digirim û dixwazim pir tişt ji wan hevalan bigirim. Hewl didim ji wan re bibim hevaleke baş da ku em têkoşîna xwe bi hev re, bi serbilindî heya pêvajoya çareseriya, aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin bi serkeftinê tacîdar bikin.




