`Kapîtalîzm Mirovahî Tune Dike`
Gaziyê şer yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hozan Serhed derbarî pêla koçberiyê nivîsek nivîsand û got, Sîstema kapîtalîst û dewletên deshilatdar bi sedan sale dixaze erdnîgariya Rojhilata navin de pirojêyên xwe yên asîmîlekİrİnê pêk bîne.
“ Êşa me ya herê mezin eve ku em naxwazin hin tiştan fêm bikin, ji ber ku ji bo gelê Rojhilata Navîn û taybet jî ji bo Kurdistanê dehf û lîstok mezinin, ji ber ku lîstokên ji bo walakirinê têne kirin. Ew walakirin bi destê sîstema hegemonîk û kapîtalîzmê ve tên kirin. Lîstoka wan mezine. Em eger lîstoka wan zanibin û gor vê em xwe nas nekin û xwe li dijî vê qirkirinê wan yê mezin xwe rêxistin nekin û xwedî axa xwe û Rêberê xwe der nekevin, emê bi şêvazek pir qirîj bibin koleyê kapîtalîzmê, di heman demê de emê bi destê wan 10,20 salan de tine bibin.
Kapîtalîzm Mirovahî Tune Dike
Lê êşa herî mezin çiye? Em kêm zêde dizanin û rêka çareseriya vê jî em dizanin ku em hedef û armancê xwe ji bo azadiya xwe û axa xwe û xwe rêxistin bikin. Eger em hedef û armanca xwe de bi israrbin, teqez emê ser bikevin. Medeniyet li Rojhilata Navîn de dest pêkir, mirovahî li ser vê erdnîgariyê şîn û geş bu. Lê belê belengazên Rojhilata Navin û Kurdistanê berê xwe didin mirinê, diçin hembêza kapitalizmê. Kapîtalîzm mirovahî tune dike.
Lîstoka Koçberkirinê Pir û Pir Mezîne
Wêca were ji gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jî ji Kurdan re bêje tu bi destê xwe diçî mirina bi saxî. Ger di deryan de û rêkan de tu nemirî, lê tu saxî bigihijî bargehê wan, tu yê her roj bi destê wan bimrî. Lê mixabin ka wê çawa ev belengazên vê hereman vê fêm bikin. Lîstok pir mezîne, lîstoka koçberkirinê pir û pir mezîne. Sîstema kapîtalîst û dewletên deshilatdar bi sedan sale dixaze erdnîgariya Rojhilata navin de pirojêyên xwe yên asîmîlekİrİnê pêk bîne. Lê bi hezaran pirojeyên qirkirinê û tine kirine bi pêş xwestin. Lê negihan encamên xwe. Ji ber çi encam negirtin? Ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn dîrokek pir kevine, ji ber vê gelê Rojhilata Navîn tu car ji durê bîr û baveriyên xwe neketin û nakevin jî. Ji Ber vê yekê ev sistema hegemonîk û sermaye vê yekê baş dizanin û pir baş dizanin kû çiqas pirojêyên qirkirinê û tine kirinî pêk bînin vê encam negrin. Lê em nikanin bêjîn ku sedî sed ser nakevin.
Sîstema Kapîtalîzmê De Çikes Nikare Behsa Heqî Xwe Bike
Hêzên sermeyadar dixazin hinek pirojeyên nû û yên qirkirinê bingeha wan ava bikin, ev piroje yên nû çine? Pirojeyên herî xeter çiye, ji bo dijî heremê. Em dikanin bêjîn ku pirojeya herî ku encam jê bigrin pirojeya koçberkirnê ye. Herêma ku gelê vê yê ciwan tê de nemîne, ciwanê ku berê xwe bidin bargehên kapîtalîzmê vê çi jê vere? Em vê yekê kêm zêde dizanin. Vê çi lê vere vê demek nêz de asîmîle bibe û vê bibe yek jî parçeyê vê sistema kapîtalîzmê û vê bibe koleyên wan.
Di sîstema Kapîtalîzmê de çikes nikare behsa heqî xwe bike. Ji bo vê yekê jî sistema hegemonîk pirojeyên pir dem dirêj ji bo Rojhilata Navîn dane pêşya xwe û dixazin pir lez heremê ji ciwanan bidin wala kirin. Ji ber ku di wan herêman de yên ku li hember sistema wan yê qirkirinê û tine kirninê bisekine ciwanin. Ji bo zehmetî nekşînin û talanên xwe yê li ser heremê bikin, taybet ciwanan ji xwere asteng dibînin. Tu ciwanek me nafikire ku ev hêlîna kapîtalîzmê çima deriyên xwe ji bo wan vekirine û rojane bi sedan kes derbasê Avrûpa û Amerîka dibin. Tu kesekê me yên ku berê xwe dane Avrûpayê nafikire. Em dûr neçin hema nawa bîst salande li Avrûpa di serîde av bin erdê û ser erdê namîne. Gelê wan yê vir tenê bi sanayî û bi tîcaretê dervare vê li ser linga bimîne.
Ji ber ku kapîtalîzm berfireh difikire. Dibêjin emê bi kevirekî du çukan bixin. Yek vê heremê vala bikin, ji bo vê pela koçberan di karê xwede bidin şixûlandin ji bo aboriya xwe, û ji bo xwe têr bike û hegemoniya xwe ya qirkirinê pêk bîne. Ji bo talankirina ya nû vê çi bike? Di serîde vê ji xwera heremên talankirinê diyar bikin. Ez baverim ji herêmê Rojhilata Navîn di serîde Kurdistan di nawa xweda par vekirine. Ji ber ku axa Kurdistanê dewlemende. Li ser axa vê û bin axa vê dewlemendiyên mezin hene. Ji bo talana xwe pir dem dirêj li ser difikirin. Em nav lê dikin hîlala zêrin. Vê tim di nawa silsila zagros û torosan de vê zindî be. Kêleka wan aloziyan şerê pir mezin jî vê hebe. Serîde şerê biyolojik. Ev şerane vê koka gelan bîne. Lê yê herî zêde zirarê bibîne gelê ku koçî Avrûpa kirine. Bê xwedî ye, kesî li wan xwedî derkeve nîne. Vê qir bibe û tine bibe. Ev ne gote gotin, ev rastiya pêşe roja me ye. Ev rastiya pêşya cihanê ye. Lê em dibêjin ji Kurdistanê koç nekin. Dema pêşiya me cihê bi ewle Kurdistan û Mezopotamya be. “