Kaniya vejîneyê ye Sema

Tevgera Azadiya Kurdistanê ji roja destpêkê ve her tim bir biryar, vin, hêvî, cesaret û hwd. bi hemû nirxên ji bo mirovatiyê pêwîst in tevgeriya.

Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistan ti carî xwe ji gel qut nekirin. Weke wan jiyan û ji bo wan bigihînin mertebeyeke ji zilm, kedxwarî, xiyanet, cehalet, nezanî û tirsê dûr, her tiştên ji destê wan hatin kirin.

Rêber Apo, di vê rêya pîroz de tevahiya jiyana xwe fedayî gelê xwe û mirovatiyê kir. Bi hezaran mirovan dan pey Rêber Apo. Di vê rêya azadî çirûskên xwe her tim ber bi asîmanan ve bilind dike de yên nesîbê xwe ji mirovatiyê wergirtine, dibînin vê rohniyê.

Di rêya bi rûmet de gelek kesayetên giranbiha jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê di şer de, di heman demê de ev kesayetên muqeddes gihiştibûn wê astê ku dema êrîş, komplo, plansazî û hevkariyeke qirêj li hember Rêber Apo, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê pêş diket, bê tereddüt canê xwe feda kirin.

Yek ji wan hevalan jî Sema Yuce ye. Heval Sema dilsoza Rêber Apo ye. Fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo di kesayet û jiyana xwe her dem dide nîşandan. Heval Sema di nivîsa xwe ya beriya çalakiyê nivîsandiye de li ser nirxandina Rêber Apo ya têkildarî 8’ê Adarê de wiha behsa lêgerîna xwe dike: “Lêgerîna min a ji bo dîtina Rojeke din vala bû. Roj yek e. Bilindbûn û pîrozkirina jiyana li vir, her wiha dilsoziya wê heye. Min terîfa herî gihiştî ya azadiya jinê li vir dît.” Ji bo hevala Sema yekane Roj, Rêber Apo ye.

Heval Sema, çawa li çiyayan û li Qada Serokatî xwedî kesayeteke partîzanî ye di zindanê de jî vê hêza xwe hîn xurttir dike. Ji bo wê cih û mekan zêde ne girîng in. Ya girîng di rêya azadiyê de têkoşîn e. Gelê xwe ji bin zilm, zext, êşkence û mêtingeriyê derxistin e.

Heval Sema dibe sembola berxwedan û serhildana gele Kurd. Ew evîndara azadiyê ye. Lewma di henaseya lêgerîna heqîqetê de kaniya vejînê ye Sema.

Baweriya hevala Sema bi jina Kurd heye. Ev dizane têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo hatiye pêşxistin ji aliyê jinê ve bersiva xwe girtiye. Belê hevala Sema bedena xwe bi agirê azadiyê dipêçe. Mîna heval Mazlûm, di Newrozê de dibe ronahiyeke ku hîv, stêrk şerm bikin û tarî bireve.

Hevala Sema ya xeta hevrê Zîlan ji xwe re esas digire, li hember her cure êrîş, komplo û zextan 21’ê Adara 1998’an roja Newrozê bedena xwe dide ber êgir. Semaya leheng 17’ê Hezîrana 1998’an li nexweşxaneyê jiyana ji dest dide û tevlî karwanê nemiran dibe. Sema û tevahî şehîd her tim bi me re ne. Cesaret, hêvî, rûmet û nirxên şoreşê ne ew. Wê ti carî neyên jibîrkirin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button