Jineolojî û têkoşîna jin

Arîn Koçer

Gelo çima pêdivî bi jineolojî hate dîtin? Li ser peyva jineolojî gelek nîqaş hatine kirin. Piştî Rêber Apo qala wê kir, erk da jinên çalakvan da ku zanista xwe bi navê jineolojî pêş bixin peyva jineolojî bala her kesî kişand. Paşê jî zanista jin ango jineolojiyê bandoreke zêde çêkir.

Dema em lêkolînê li ser wateya wê dikin, em dibînin  tê wateya zanista jinê. Cara yekê ye ku ev têgeh di cîhanê de tê gotin. Ev gotin weke ronahiya rojê çirisî û teyisî ser tevahî jinan.

Ji bo em rastiya vê têgehê û wateya wê fêm bikin, teqez divê em fikir û felsefeya Rêber Apo pir baş bixwînin û ji bo fêmkirina wê xwe kûr bikin. Ji bo mirov xwe bîne asta fêm bike, bibêje û pratîze bike ev xisûs pir girîng e. Rêber Apo qala civaka xwezayî kir û got: “Civak li derdora jinê şekil girtiye. Ji bo  civak bê parastin, têrkirin û zêde bibe jinê her tim kedeke pir mezin daye û pêşengtî kiriye.” Dema dayik tê gotin fedakarî û jîrbûn û zeka tê bîra mirovan.

Rêber Apo gelekî li ser civaka xwezayî lêkolîn kir, xwest jin li ser lingên xwe bisekine û baweriya xwe bi xwe bîne da ku pêşengtiya civakê jî bike. Em îro jî dibînin Tevgera Jinên Azad li gorî perspektîfên Rêber Apo xwe bi rêk û pêk kiriye, li keda Rêberê xwe xwedî derdikeve û nêzî serkeftinê dibe.

Bi hezaran jinên qehreman li serê çiyayên Kurdistanê canê xwe ji bo azadî û demokrasiyê feda kirin. Îro jî keda wan berhem dide û dibe malê hemû jinan. Rêber Apo gav li pey gavê jin perwerde kirin û rastî bi wan da fêmkirin da ku têkoşîn bikin, xwe û civakê ji koledariyê rizgar bikin.

Rêber Abdullah Ocalan jin anî rewşa bibe partî û artêş. Rêber Apo vê carê jî jineolojî pêş xist û weke diyarî ji jin û civakê re pêşkeş kir. Îro jineolojî weke zanista jinê îlham daye tevahî jinan.

Yek ji armanca jineolojiyê ew e jiyanê fêm bike û azadiya wê pêkan bike. Rêber Apo bawerî û hêvî da jin û civakê da ku ew jî jiyana xwe ya wekhev û azad ava bikin.  Niha jî zanista jinê bûye weke ronesansekê, tevahî jin li ser vî esasî tên serwextkirin. Divê em hemû zanibin ku ji sedî sed wê; ked û têkoşîna Rêbertiya me bi serkeftinê tacîdar bibe.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button