Jinên pêşeng Hind û Seda jî bûn hedefa kujerên kastîk

Leyla Amûdê

Çawa gelek jinên Kurd ên bîrewer û serkêş ji hişmendiya kujerên kastîk re bûn hedef  û armanc pêşengên jinên Ereb jî bi heman rengî hatine hedefgirtin. Bi destê komên, kujerên kastîk ên DAÎŞ’ê hatine şehîdkirin. Bêhna kujerên kastîk li ku derê were li wir heman kiryar têne pêkanîn û her di serî de jî jin hedef têne girtin. Ji ber ji jinên zana û bîrewer ditirsin, ji bizdonekiya xwe jinan hedef digirin û derbê li wan didin. Li kêleka êrîşên dewleta Tirk, gelek şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê bi armanca derbkirina jinên pêşeng ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgeriyan û tevgeriyan. Desteka xwe ji, dewleta Tirk digirtin û pêşengên jin kirin hedef. Seda Feysel El Hermas û Hind El Xidir 22’ê Çileya 2021’ê  ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Eslam Latîf El Xidir ya bi navê Hind tê nasîn li bajarokê Til Şeyir ê navçeya Dişîşa ya Hesekê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî li Dibistana Hedadiyê ya Dişîşayê qedand. Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Dibistana Navîn qedand. Dema ew hîn 15 salî ye dayik û bavê wê bi zorê bi mêrekî ji xelkê Iraqê re didin zewicand. Hind gelekî zehmetiyan dibîne û dema ducanî ye, ji aliyê hevserê xwe ve tê terikandin. Li ser vê Hind vedigere mala dê û bavê xwe. Jina dilnazik û dilbirehm Hind keça xwe bi rondikên çavên xwe û lorîkan xwedî dike û bi nezanînî mezin dike. Ji zaroka xwe re em dibe dayik hem jî bav. Jina dilêr Hind ji bo jinên Ereb dixwest bibe pêşengek û bihêz da ku li dijî pergala desthilatdar û mêrperest û wan ji zilmê rizgar bike.

Hind weke jineke pir jîr û zana, her dixwest di navxebatên azadiya jinan de cih xwe bigire û weke jineke çeleng têkoşîn bike. Ji bo hem xwe û hem zayenda xwe ji koletiyê rizgar bike pir bi xurtî dixebitî. Jina pêşeng Hind di encama têkoşîneke fikrî de malbata xwe îqna dike û weke jineke xebatkar tevî hemû astengiyên hişmendiya civakê jî Mijdara 2020’an tevlî kar û xebatên Meclîsa Gel a Til El-Şeyir dibe. Hinda dilsoz û fedakar ji bo weke jineke têkoşer cihê xwe di nav xebatên saziyên xweser de bigire, bi nasname û vîna xwe têkoşîn bike di nav hewldaneke pir xurt de bû. Çîrok û têkoşîna Hind û hevriya wê Seda Feysel El-Hermas hema hema wekî hev in.

Jina çeleng Seda jî sala 1993’yan li gundê Til Şayîr tê dinyayê. Çawa Hind wêrek û dilêr bû Seda jî ji mêran zêdetir wêrek û jêhatî bû. Seda weke hevala xwe Hind çawa dibistana xwe ya navîn diqedîne malbat bi zorê wê bi mêrekî re didin zewicandin û jiyana wê weke gulekê diqurmiçînin. Seda jî dayika du keçan bû. Paşê ji hevserê xwe vediqete û barê her du zarokên xwe bi tena serê xwe radike. Wan bi pakî û nazenînî xwedî dike û diparêze. Hezkrina herî mezin dide her du keçên xwe. Ji bo pêşeroja wan bi fikare û naxwaze ew jî weke wê bibin. Gelek caran Hind û Seda bi Kongra Star ya Tevgera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyan çêdikin diyar dikin ku dixwazin di nava xebatên jin de cihê xwe bigirin.

Ev pêşniyar û daxwaza wan tê qebûlkirin. Ji dil û can beşdarî xebatên tevgera jin bûn û her du pêşeng jî xwedî hewldan bûn ku ji bo jinên herêmê xebateke pir xurt bimeşînin û pêşengtiyê bikin. Lê çeteyên DAÎŞ’ê pir zû haj li wan her dû çelengan bûn û ew hedef girtin. Ew ji malên wan di heman wextê de nîvê şevê revandin û birin ji derveyî gund ew bi rengekê hovane qetil kirin. Ez weke jin wê hovîtiya li ser her du hevalên xwe yên jin şermezar û rûreş dikin. Em ê tola wan ji hişmendiya kujerên kastîk rakin, hêvî û daxwazên wan ên jiyana wekhev û azad pêk bînin. Bi hurmet û minetdarî em wan her du şehîdên xwe yên wêrek û dilêr bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin û soza tolhildanê ji wan re nû dikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button