Jineke şoreşger: Şîlan Kobanê

 

Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) di 1971`ê de li gundê Kor Elî yê Rojavayê Kantona Kobanê ji dayik bû. Şîlan zaroka yekem a malbata xwe ye ku 4 xwişk û 4 birayên wê hene. Malbata Şîlan ji bo şert û mercên aborî di dema ku temenê wê 5 salî bû çûn bajarê Helebê û li wir bi cih bûn.

Malbat xwedî taybetmendiyên welatparêziyê bû ku yek ji malbatên despêkê yên piştgiriya bi tevgera azadiya Kurdistanê re li Sûriyeyê kirin. Ji ber vê Meysa di 9 saliya xwe de (1980) tevgerê nas dike. Di zarokatiya xwe de beşdarî çalakiyên hunerî dibe û bi hevalên xwe re koma Agirî ava dikin.

Dema Meysa dibistana seretayî dixwend bi hinceta ku beşdarî çalakiyên cejna Newrozê bûye, ji aliyê rejîma Beasê ve di 1978`an de tê girtin. Ji ber vê rêveberiya dibistanê nahêle Meysa derbasî poleke jortir bibe. Piştî Meysa dibistana amadehî bi dawî dike Tebaxa 1988’an bi çar hevalên xwe re beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Wexta Meysa derbasî Lubnanê dibû ji aliyê dewleta Lubnanê ve tê girtin û du mehan di girtîgehê de dimîne.

Piştre Meysa beşdarî perwerdeya Akademiya Mahsûm Korkmaz dibe û navê xwe dike Şîlan. Şîlan li Akademiyê li radyoyê û di beşa Erebî de dixebite. Şîlan dixwest cihê xwe di qadên leşkerî de bigire, lê piştî perwerdeyê bi dawî dike li Lubnanê dest bi kar û xebatên rêxistinî dike. Piştî demekê Şîlan di dawiya 1989’an de careke din vedigere Akademiya Mahsûm Korkmaz.

Şîlan di perwerdeyê de xwe di hemû aliyên jiyanê de bi pêş dixe û bi komek hevalên xwe re derbasî qada Heftanînê dibe. Li wir ji bo fermandariya Botanê tê peywirdarkirin. Şîlan demekê bi perwerdekirina şervanên jin ên nû re mijûl dibe. Di konferansa 1991’ê de derbasî qada çapemeniyê dibe.

Şîlan di nav têkoşîna azadiyê de weke nûçegihaneke şer jî xebitî. Piştre di konferansa Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê de sala 1995’an weke endama Komîteya Navendî ya YAJK’ê hat hilbijartin.

Sala 1997’an Şîlan derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dibe û dest bi xebatên rêxistinî dike. Bi avakirina Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê re Şîlan Adara 1999’an di rêveberiya partiyê de digire.

Sala 2003’yan Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ava dibe û Şîlan weke endama komîteya navendî tê hilbijartin. Li ser vî esasî Şîlan berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dest bi xebatên rêxistinî û siyasî dike. Lê îstixbarata rejîma Baasê dikevin pey Şîlanê da ku wê bigirin û karê wê rawestînin, ji ber vê derbasî bajarê Mûsilê yê Iraqê dibe û heman xebatan dide meşandin.

29`ê Mijdara 2004`an dema ku Şîlanê kar û xebatên xwe di navbera Iraq û Sûriyeyê dikir di encama kemîneke hevbeş a di navbera rejîma Baasê û dewleta Tirk de bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl re li Mûsilê jiyana xwe ji dest didin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button