‘Jina azad civaka azad e!’
Asya Weşûkanî

Di encama têkoşîna salan de weke jin em gihiştin qinyata ku pergala mêrperest û hişmendiya wan a desthilatdar wer bi hêsanî û demkurt ji holê ranabe, tenê bi yekîtî û têkoşînê dikare tine bibe. Pênc hezar sal in pergala mêrperest xwe hakim kiriye, jin û civak xistiye nav pencên xwe yên dijwar û wan diçewisîne.
Ji ezmûnên tevgerên jinan ên têkoşer pir zelal diyar e wê pergala mêr a serwer ji hişmendiya xwe ya tundrew venegere û her wê hewl bide xwe qewîn bike. Bi rêbazên tundrew, nefermî û zagonî timî hewl dide jinan û di şexsê jinan de jî civakê bi darê zorê sertewandî bike. Jixwe ji hêleke din ve jî şerê taybet bi her awayî dimeşînin. Dema ev jî têrê neke tundûtijiyeke herî bêrehm û hov jî dixin pratîkê. Bi wî awayî dixwazin jin û civakan bitirsînin û ya xwe li ser wan ferz bikin.
Pir zelal diyar dibe di cîhana mêran de ji jinan re cihê jiyanê tineye û jiyana heyî jî hatiye bêwatekirin. Her hewl didin jiyanê bînin rewşa hew bê debarkirin. Tekez jin jiyana ewqasî pê hatiye lîstin qebûl nakin. Wê li hemberî wê bertekan raber bike û ezmûna Rêber Apo ya cîhan bi xwe re hejand vê rastiyê dide diyarkirin.
Paradîgma Rêber Apo ya bi dirûşma, “Jina azad civaka azad e!” hate destpêkirin û roj bi roj asta têkoşîna wê bilindtir bû. Îro li tevahiya herêmê û li cîhanê hemû bindest û jinên bi hesreta jiyaneke azad in vê têkoşîn û berxwedanê ji xwe re mînak digirin. Rêber Abdulah Ocalan destê xwe ji neteweya jin re vekir, ew hemmêz kirin. Jin û civaka azadîxwaz sewqî têkoşîneke herî bi rûmet kirin. 50 sal in ev têkoşîna bêhempa bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Jin û civakên zana û serwext îro pişta xwe dispêren heqîqeta di pêşengiya Rêber Apo de pêş dikeve.
Divê were zanîn li şûna Rêber Apo kî heba, tekez wê nikarîba ewqasî li ber xwe bide, ji bo çareseriya demokratik ked bide û têkoşînek wiha bêhempa bimeşîne. Jixwe Rêber Apo ji destpêka kete zindana Îmraliyê de bi rêya parêznameyên diyar kir û ji bo li ser pirsgirêkên civak û pergalê lêhûrbûnan bike, ji pirsgirêkên gelan û jinan re çareseriyê bibîne zindan veguherandiye dibistana felsefe û zanistê.
Me tevahiyan jî ew fikir û ramanên Rêber Apo xwendin û em gihiştin biryara ku pêwîst e pirsgirêkên jin û civakê yên 5 hezar salan werin çareser kirin. Ew jî wê bi ked û têkoşîna jin û civakê ya bênavber pêkan bibe.
Rêber Apo ji tinebûnê dest bi têkoşînê kir, gel û jinên azadîxwaz bi xwe re rakirin ser piyan, ew perwerde kirin. Ji bo xwe bi rêxistin bikin û pêşengtiyê ji civakê re bikin, derfet û destek da wan.
Têkoşîna gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo li tevahî Kurdistanê belav bû û îro jî ji her demê zêdetir bandora li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê dike.
Mirovahî li hember gelê Kurd ê berxwedêr û dostên wan matmayî ma. Gel ketin nav hewldanan da ku bi wan re bibin dost û heval, da ku ew jî para xwe ji azadî û wekheviya bi rûmet bigirin. Ya ji niha û şûn ve jî dikeve ser milên me ew e em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo hîn zêdetir pêş bixin û sala 2025’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.