‘Jin Jiyan Azadî li hember zilm û zextan serhildan e’

 

Navenda Nûçeyan

Li Tehrana paytexta Îranê 13’ê Îlona 2022’yan jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi sedema li gor rêzika ‘nixûmandina serê xwe’ tevnegeriyaye, hat binçavkirin. Jîna ji ber êşkenceya lê hat kirin 16’ê Îlona heman salê jiyana xwe ji dest da. 17’ê Îlonê merasîma cenaze ya ji bo Jîna li bajarê Seqizê hat çêkirin veguherî serhildanê û di demeke kurt de li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê veguherî serhildana gelan. Vê serhildanê li hemû cîhanê deng veda û li hember zilm-zextan rêya berxwedanê ya ji bo jinan jî diyar kir.

Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û tevahiya Îranê girt nav xwe, tenê protestoyeke li dijî bêhiqûqayan nebû, serhildaneke li hember hemû cudatî û newekheviyan bû. Serhildana bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya bi felsefeya Rêber Apo hatiye strandin, helwesteke herî radîkal a li hember zilm û zorê bû.

Tehlîl û analîzên Rêber Apo didin xuyakirin ku “Jin Jiyan Azadî” tenê dirûşmek nîne û li Rojhilata Navîn xwedî kokeke dîrokî ye. Yek ji sedemên ev dirûşm berfireh bû, hemû jin û gelên bindest bi vê dirûşmê re bûn yek ew e, serweriya sîstema baviksalariyê bi têkoşîna Tevgera Azadiyê êdî ber bi hilweşînê ve diçe. Ev tê wateya jinûve vejînê. Ev piştrast dike ku heya jin azad nebe, civak azad ava nabe. Ji ber pêvajoya pêşî ya civakbûnê li dora jinê şekil girtiye. Avakerên destpêkê yên çandê jin in. Lewma “Jin Jiyan Azadî” hilweşîna her cure koletî û tehekûmê yê; di heman demê avabûna jiyana azad e ya jin jêre pêşengiyê dikin.

Pêxistina çirûska serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê, hebûna rêûresma têkoşîn û berxwedanê ya li wir nîşan dide. Weke di tevahiya dîrokê de jî xuya dike, ev xak timî li hember zilm û zorê bûye navenda berxwedanê.

Pêşeroja gelên Rojhilata Navîn bi jinên şoreşger ên bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” û li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê di nav têkoşînê de ne wê diyar bibe. Wê xwedawendên hemdem çanda qedîm a Mezopotamya û Rojhilata Navîn careke din zindî bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button