Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Rêber Apo: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingehê xwişk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye. Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan pir cuda ne, tişta xerabbûyî jî têkiliya xwişk-biratiyê ye.”
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, îro (18’ê Gulanê) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Şandeyê, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de peyama Rêber Apo bi raya giştî re hate parvekirin.
Peyama Rêber Apo wiha ye:
“Min nekarî cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re biaxivim û ev yek di dilê min de ma. Bîranîneke wî ya bi qedir û qîmet heye. Divê mirov bide jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê kesekî zana bû. Em ê valahiya wî li pey xwe hiştî nedin hîskirin.
Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingehê hiqûqa xwişk-biratiyê heye.
Tiştên em dikin, guherîneke mezin a paradîgmayê ye.
Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan gelekî cuda ye, tişta xerabbûyî, têkiliya xwişk-biratiyê ye.
Xwişk û bira şerê hev dikin lê yek ji wan bêyî yê din nabe. Em, xefikên ev têkilî xerab kirine, mayinên hatine danîn yek bi yek paqij dikin, rê û pirên xerabbûyî sererast dikin.
Di şexsê Alain Badiou ve Slavoj Žižek de spasiyên xwe pêşkeşî rewşenbîrên bi rêya şandeya me ji min re û ji bo pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê peyam û hêviyên piştevaniyê şandine, dikim. Bi hêviya ku em hevdu di xebatên hevpar ên enternasyonal û sosyalîst de bibînin.
18’ê Gulana 2025’an”