Ji Peymana 10’ê Adarê şerek derxistin
Zekî Bedran

Hikûmeta Tirk zext û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Niha Peymana 10’ê Adarê ji devê xwe dernaxin. Dibêjin ku QSD’ê li gorî peymana 10’ê Adarê tevnagere. Hewl didin ji peymana hatiye îmzekirin êrîşekê, şerekî derbixin. Ti rexneyên wan ji HTŞ’ê re tine ne. Weke ku hikûmeta Şamê tevayî pêwîstiyên peymanê pêk anîne, lê QSD vê nake! Rastî jî berevajiyê vê ne. Rêveberiya Şamê ti mercên peymanê bi cih neanîne.
Divê civak û hêzên demokrasiyê, pêşketinan baş bişopînin û li hemberî van berevajîkirinan hişyar bin. Beriya hevdîtina ku Peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin, hevdîtinek din çêbibû. Di hevdîtina yekemîn de Ehmed Şera û yên li gel gotibûn, bila QSD di asta ferdî de beşdarî artêşê bibe. Yanî yê bixwaze bila çekê deyne û here mala xwe, yê bixwaze jî bila beşdarî artêşê bibe. Lê fermandariya QSD’ê diyar kir ku beşdarî vê nêrînê nebûye. Fermandariya QSD’ê got, em ê beşdarî artêşê bibin lê em hêzên xwe belav nakin, em ê li herêmên xwe bimînin û bi wî awayî beşdarî pergala artêşê bibin. Di hevdîtina yekemîn de her çendî di gelek xalan de gihiştibin heman nêrînan, lê peyman nehat îmzekirin. Di Peymana 10’ê Adarê de Ehmed Şera qala beşdarbûna QSD’ê ya ferdî nekiribû jî. Berevajî, dê di vê mijarê de komîte bên avakirin, hevkarî, rêbazên entegrasyonê nîqaş bikin û bigihin encamekê.
Xalên di Peymana 10’ê Adarê de tên zanîn. Di wir de, wê mafê Kurdan weke yê endamên bingehîn di makezagonê de biketiba misogeriyê. Dê li tevayî Sûriyeyê agirbest bihata çêkirin. Piştî peyman hat îmzekirin, hikûmeta veguhêz a HTŞ’ê ava kirî, makezagonek amade kir û îlan kir. Di vê makezagonê de, maf û misogeriya mafê Kurdan a di peymanê de qet cih negirt. Ev makezagon bi temamî yekalî û li gorî hişmendiya HTŞ’ê hat amadekirin. Piştî wê hikûmeteke veguhêz hat avakirin. Di van biryaran de û di tiştên hatî kirin de, QSD, rêveberiya xweser û hêzên din ên siyasî nehatin hesibandin, hevkariya bi wan re çênebû.
Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji destpêkê ve, dema Baasê jî di nav de her tim daxwaza Sûriyeyek demokratîk kir. Ji tecrûbeya Baasê jî girte dest, da diyarkirin ku pergalek yekperest û navendî bi rastiya Sûriyeyê re na guncaw e. Heman daxwazên xwe niha jî dubare dikin. Li gel vê jî, Rêveberiya Xweser weke hêzeke ku dixwaze Sûriyeyê parçe bike nîşandan, bi temamî propagandayeke bi niyeta xirab tê kirin e.
Tirkiye bela xwe ji Sûriyeyê venake. Divê hêzên Sûriyeyî guftûgo bikin û ew bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê yên li Enqereyê biryar nedin ku wê li Sûriyeyê pergalek çawa bê avakirin. Enqere her roj gefan Ii Rêveberiya Xweser dixe, destwerdana karê hindirîn ê Sûriyeyê dike. Enqere dikare rolek erênî bilîze. Dikare bi aliyan re diyalogê çêbike, wan nêzî hev bike, rol di demokrasî û lihevkirinê de bilîze. Lê tişta tê kirin berevajî ye. Enqere ji HTŞ’ê zêdetir gefê li QSD’ê dixwe. Dibêjin, an hûn ê radest bibin, dest ji maf û daxwazên xwe berdin, hêzên xwe yên parastinê belav bikin, an jî em ê wir veguherînin kabûsekî.
Armanca Peymana 10’ê Adarê lihevkirin bû, bi hevdu re avakirina Sûriyeyê bû. Niha hewl didin vê armancê berevajî bikin, veguherînin hinceta şer û pevçûnan. Serê vê yekê jî Tirkiye dikişîne. HTŞ ne di hişmendiyek demokratîk, lihevkirin û rêveberiyek hevpar de ye. Weke hişmendî li dijî demokrasiyê ye. Dixwaze rejîmek ji ya Baasê paşketî û otorîtertir, xwe dispêre serîtewandinê ava bike. Ev rastiya HTŞ’ê ye. Lê HTŞ di nava hevsengiyên hêzê yên heyî de, nikare bi serê xwe vê bike. Yê ku hêzê dide vê û dixe tevgerê Tirkiye ye. Di vî alî de xirabiya ku Tirkiye dike, tenê bi Kurdan û Rêveberiya Xweser re sînordar namîne. Xirabiyê li tevayî Sûriyê dike û dixe hindirê tûnêlek tarî.
Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha bûye yek ji rojevên bingehîn ên Tirkiyeyê. AKP, MHP û MGK (Lijneya Ewlehiya Neteweyî), her tim vê mijarê dikin rojeva civînên xwe, daxuyaniyan didin. Ewqas pirsgirêkên giran ên Tirkiyeyê hene. Ewqas serê xwe bi wan pirsgirêkan re êşandibana niha tevayî pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser kiribûn. Dijminahiya li dijî Rojava, berdewamiya pirsgirêka Kurd e. Eger pirsgirêka Kurdan çareser bikin, pirsgirêkek wan a bi navê Rojava jî namîne. Dibêjin em ê xwişk-biratiya Kurd û Tirkan çêbikin. Eger wisa be, wê Kurdên li Rojava jî bibin xwişk-birayên wan. Eger Tirkiye di vir de cidî be, ma wê xwişk-birayên xwe bi HTŞ’ê bide şikandin?
Ma ne divê Kurd û Tirk vê lêpirsîn bikin? Ma gotinek wan ji kesên di televizyonên Tirkan de gurkirina şer dikin, senaryonên karesatan amade dikin re tine ye? Ma dema Kurd bên qirkirin, wê xwişk-biratiya Kurd-Tirkan çêbibe?
Çavkanî: Rojnameya Ronahî