Ji Pênûsa Mahsum Amed, Jin kî ye, Jîn çi ye?

  • Jin şagirta herî jîr û jêhatî ye. Jin mamosteya wê xweza bi xwe ye. Jin, kakilê rabirdûya nasnameya civaka exlaqî-polîtîk tê dîtin.

 

Mahsum Amed:

“Jin şagirta herî jîr û jêhatî ye. Jin mamosteya wê xweza bi xwe ye. Jin, kakilê rabirdûya nasnameya civaka exlaqî-polîtîk tê dîtin. Rîşên Kurdî, Kurdewarî, Kurdistanî ji vê erdnîgariya qedîm a Mezra-botan şîn hatiye. Jinê xwe da xwezayê û bi heman awayî fêrî afirandinê bû. Tişta ku ji xweza hîn bû pêkanî û parvekir, her wiha bi rêka civakê xwe zêde kir. Binemaliya vê nasnameyê di heyamê qilan-qabîle-êl-eşîrtî de from girtiye. Sembola bereketê ya Xwedawendên çiyayî, rêze çiyayên Rojhilat e. Serpêhatiya dîroka rêxistinî ya têkoşîna 1’emîn a jinan, ev welat e.
 
Jin bûye dayika kedkaran, heman demê tevahî mirov û civak bûne zarokên dayikan. Gava ku Dayêk civakê mezin dike, hem mirovan diafrîne û hem jî jiyanê ava dike. Ti carî nayê ji bîr kirin. Çavkaniya çêbûn û hebûnê, xweza û civaka jinê yekpare û heman e. Gelo, cudabûn û zêdebûna formên jînê çiqas ked, hêz, hezkirin, sebir, wext, mêjî, vîn û xûliqkariya gerdûnê xwesti ye? Civaka mirovahiyê ya kevnar cara ewil bi serpêhatiyên zanyar-dapîrên çiyayî mezin bûye. Ev heqîqeta ji rûpelên dîrokê ku bi keda destên jinan ava bûye, heta niha hebûna xwe ya çandî parastiye.

Bêguman jin para xwe ji vê erka bilind digire û hertim piştgirî dide gerdunê. Pîroziya jinê ji vê taybetmendiyên wê yên zana û çêker tê. Lewma dîrokê di hişê xwe de hemû jin weke xwedawendên jin-dayik xemilandî ye. Hemû rastî û heqîqet, çêbûn û hebûn dualî ne. Lêgerîn û êvîna hêqîqetê azadî bi xwe ye. Enerjî û made, rûh û beden, tarî û ronî, goşt û neynûk, av û îskan, erd û ezman, man û neman, jin û zilam li ser vî esasî bi hev hatine girêdan. Têgihîştina yekitî û yekparebûna jin û jiyanê dikare me bigihîne wateya hebûna hemû zindiyan. Nexasim, eger em bixwazin rast nêzî jinê û jînê bibin, têkoşîna azadiyê êdî dikeve ser milê şagirtên dayikan.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button