Ji Federasyona Gaziyan li dijî tecrîdê daxuyaniya çapemeniyê

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Bi dehan endamên federasyonê tevlî çalakiyê bûn.

Endamên federasyonê Yusif Îbrahîm û Hogir Amed daxuyanî xwendin.

Daxuyaniya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Li hemberî Rêber Apo yê di encama komploya navneteweyî ya hêzên emperyalîst û dagirker de ev 25 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin, tecrîdeke girankirî ya li cîhanê mînakeke wê nîne tê meşandin. Bi vê tecrîdê re tê xwestin ku têkoşîna azadiyê û ya gelên Rojhilata Navîn were tesfiyekirin. Ev tecrîda ji rêbazên komploya navneteweyî ye û yek ji sûcên herî giran ê li hember mirovatiyê ye 40 meh in bênavber berdewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê di polîtîkaya xwe ya şer û tecrîdê de israra xwe didomînin. Ev dewleta faşîst û hikûmeta wê ya AKP-MHP’ê bi pêşxistina tecrîda li hember Rêber Apo, şer, şîddet û zextan dixwaze temenê xwe dirêj bike.

Domandina tecrîd û êrîşan li ser esasê konsepta temamkirina qirkirina gelê Kurd, Rojhilata Navîn veguherandina gola xwînê, li hember dagirker û despotan bêalternatîf hiştina gelan e. Dewleta Tirk a faşîst tesîr û bandora Rêber Apo ya li ser Tevgera Azadiyê û gelên Rojhilata Navîn baş dizane. Lewma naxwazin tenê gotineke Rêber Apo derkeve derve.

Dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd û gelên bi paradîgmaya Rêber Apo xwe bi rê ve dibin û hewl didin bi azadî bijîn, teslîmiyetê ferz dike. Dîktatorê faşîst Erdogan ê tevahî polîtîkaya xwe li gor şer, tecrîd û êrîşan diyar dike, dixwaze welatên weke Iraq û Îranê jî bikişîne nav vê plana xwe ya bixwîn. Bi vî rengî plan dike şer li tevahiya herêmê belav bike.

Dewleta Tirk a faşîst û dagirker bi hevkariya KDP’ya ku xiyaneta li hember nirxên mirovên azad êdî eşkere dimeşîne, her roj li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşan pêk tîne. Dîsa li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş berdewam dikin.

Dewleta Tirk a faşîst a hebûna xwe di qirkirina gelan de dibîne, ew qasî ji hêz û qudreta Rêber Apo ditirse ku tevî hemû bangên gelan, sazî-dezgehên mirovî û dostên Kurdan tecrîdê berdewam dike. Dinya û alem dizane ku dema dengê Rêber Apo bigihîje gelan û Rêbertî bi awayekî fizîkî azad bibe wê ew tevahî plan û stratejiyên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê pûç bibin.

Ev tecrîda mutleq û li derveyî hemû nirxên mirovatiyê ye di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gelan dixe nav fikaran. Weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em vê êşkence û tecrîda li hember Rêbertiya me tê meşandin ti carî qebûl nakin. Em dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên heya qirikê ketine nav xiyanetê hişyar dikin: Tavilê dest ji van kiryar û pêkanînên xwe berdin. Divê her kes vê bi awayekî eşkere zanibe ku weke gaziyên azadiyê yên ji bo azadiya xak û gelên xwe berdêlên giranbiha dane em ê ti carî dest ji doz û têkoşîna xwe bernedin. Em ê ji bo Rêbertiya ji dayîna berdêlan xwe paşde nedin.

Helbet gelên me li dijî tecrîd û êrîşan di nav berxwedaneke bêhempa de ne. Lê divê em asta çalakî û bertekên xwe bilindtir bikin. Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan em bang her kesî dikin ku li hember vê tecrîda mutleq û êşkenceya li hember Rêbertiya me xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin, li her cihê lê ne çalakiyan pêş bixin. Em bi ruhê berxwedêrên azadiyê bi xurtî li Rêbertiya xwe derkevin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button