Ji dersa hevjiyana azad çend not

Asya Weşûkanî

Hevbeşiya şaş a bi sedê salan di navbera jin û mêr de hatiye avakirin, bûye sedema ku di civakê û cîhanê de rewşên mîna kaosê rû bidin. Bi vî rengî jiyan bûye mîna dojehê. Jiyan û têkiliyên di navbera mirovan de hatine herimandin. Lê hê jî desthilatdar û serwer ji vê re dibêjin “jiyan”. Bi şerên taybet û propagandayan vê rewşê li ser malbatan jî ferz dikin. Dema mirov li çîrokên jiyana ferdên di nav civakê de guhdar dike dilê mirov bi wan ve dimîne û mirov tê asta ku hema qîr û hawar bike.

Li Akademiya Şehîd Deştî têkildarî hevjiyana azad me ders da. Hevalê me yê bi navê Reşo Kobanê yê bi xwe ji bajarê Hesekê ye û niha jî weke hevalekî gazî di perwerdê de ye, piştî çend hevalan wî jî têkildarî dersê û nirxandinên hatine kirin nêrînên xwe anîn ziman. Hevalê Reşo got, “Heval hurmeta min ji we re heye. We qala têkiliya jin û mêr kir. We got, ‘Pênc hezar sal e, mêr desthilatdariya xwe li ser jinê pêk tîne.’ Ev rast e, lê eger em her bêjin, ‘Mêr û mêr…’  wê kêmasiyên jinê neyên dîtin. Di nêrîna min de gelek kêmasiyên jinê jî hene.”

Weke komîsyon me derfet da ku hevalê Reşo nêrînên xwe bi rehetî bîne ziman. Piştî hinek vegotinan, me bersiva pirs û nakokiyên hevalê Reşo dan.

Reşo yê berê şervanekî YPG’ê bû, di şerekî de bi giranî birîndar dibe.  Reşo berê zewiciye û du keçên wî hene. Lê piştî bi giranî birîndar dibe, hevjîna wî dest wî û her du zarokên xwe berdide û diçe mala bavê xwe. Reşo yê ji ber vê rewşê pir bandor bûye, diyar dike ku jin li ber çavên wî reş bûne.

Min jî ji hevalê Reşo re got, “Pergala desthilatdar û modernîteya kapîtalîst jin jî kirine weke mêran. Bi qasî mêran nebin jî ew jî hatine xerabkirin, reseniya xwe winda kirine û anîne rewşeke êdî neyên naskirin. Teqez divê  jin vegere ser koka xwe û teqlîda mêran  neke. Jixwe mêr di wê rewşê de welê de nînin ku jin wan qebûl bikin û teqlîd bikin.”

Têkildarî vê mijarê me pir nîqaş û nirxandin kirin. Me destnîşan kir ku divê hişmendiya mêr a pir ji pergala kapîtalîst û desthilatdar bandor bûye were guhertin. Her wiha me anî ziman ku divê jiyana jin û mêran li ser esasê hevjiyana azad a Rêber Apo di parêznameyên xwe de bi berfirehî dinirxîne were avakirin.

Herî dawiyê jî hevalê Reşo jî tevlî nêrîna me bû û dersa me ya hevjiyana azad bi serketî bi dawî bû.

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button