Ji bo malbatên gaziyên şer têkildarî 25’ê Mijdarê semîner

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê li Hesekê ji bo malbatên gaziyên şer semînerek hat lidarxistin.

Li Hesekê bi wesîleya 25’ê Mijdarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ji bo malbatên gaziyên şer semînerek hat lidarxistin.

Semîner bi tevlîbûna gelek malbatan li Komeleya Gaziyên Şer a Hesekê bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Semîner ji aliyê Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Şîlan Kobanê ve hat dayîn.

Şîlan Kobanê diyar kir ku ev 30 hezar sal e zayenda jin dibin zext û zoreke pir mezin de dijî û got,  “Hîn jî ew tundûtûjî berdewam dike. Di şexsê jinê de jî civak di nava şer û tundiyeke dijwar de ye. Pirsgirêkên jin û civakê bûne mîna nexweşiya pençeşêrê û divê bi lezgînî werin çareserkirin. Rêber Apo dibêje, ‘Pirsgirêkên jin û civakê bûne weke xencera di piştê de. Buda gotiye ku heya ew xencer neyê derxistin dernekeve wê ti pirsgirêk neyê çareserkirin.” Pêwîst e em wê xencerê derxin û xwe bikin yek da ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan  û wiha axivî, “Em weke jin û civak deyndarên Rêberê xwe ne. Em vî deynî tenê bi awayê bicihanîna hedef û armancên Rêbertî yên ji bo azadiya jin û civakê dikin bidin. Teqez divê em hemû bibin yek û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin. Dîsa li ser vî esasî em ê karibin weke jin û civak pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pêwîst e di vê mijarê de hemû mêr jî xwe berpirsiyar bibînin û têkildarî sosyalîstbûnê xwe di guhertin û veguhertinê re derbas bikin. Hewce ye her kes ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk têkoşîn bike.”

Semîner bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”,  “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button