JI BO BÎRANÎNA FERMANDAR RUSTEM CÛDÎ
28’ê Îlona 2011’an li Herêmên Parastinê yên Medya qada Xakurkê di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de yek ji fermandarê pêşeng ê Tevgera Azadiyê û dilsozê Rêber Apo, Rustem Cûdî bi deh hevrêyên xwe yên fermandar Çîçek Gabar, Elîşêr Koçgirî jî di nav de gihişt şehadetê.
Rustem Cûdî yê ji Rojavayê Kurdistanê bû û salên dirêj ji bo azadiya gelan têkoşîn kir, hem fermandarekî pêşeng, hem perwerdekar, hem mamoste hem jî hunermendek bû. Di roja me ya îro de hevrê, şervan û şagirtên fermandar Rustem Cûdî li Bakur, Rojhilat, Başur, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke bêhempa dimeşînin.
Hevalekî têkoşînê yê fermandarê gerîlayên azadiyê Rustem Cûdî wer behsa jiyan û têkoşîna wî dike:
“Li cihekî nêzî qada em lê bûn, dihat gotin ku xatîbek digere. Wiha dihat gotin, ‘Bi kê re axivîbe, ew kes bûye welatparêz û dest bi xizmeta ji şoreşê re dike.’ Bi qasî gel me jî meraq dikir. Devera behsa wê dihat kirin, qadên Xursê û Qoser ên girêdayî eyaleta Mêrdînê bûn. Wê demê xatîbtî û gel wer behsa mirov kiriba pir girîng bû.
Navê Rustem ji aliyê mirovên herêmê ve pir dihat ziman. Partî bi gel dana naskirin û piştgiriya gel a ji partiyê re tesîr li ser jiyana hevalên li qadê jî dikir û tempoya wan a kar jî zêde dikir. Bi demê re telafuza mirovên li wir dihat guhertin, em dibûn şahidê ku uslûbeke siyasî roj bi roj pêş dikeve.
Min navê Rustem wê demê bihîstibû. Navgînên me yên çapemenî-ragihandinê zêde ne pêşketî bûn. Bi rêya Serxwebûn xwegihandina gel û agahdarkirina gel giran bû. Hevalên wer ev valatî dadigirtin. Rojekê ji yekeya me ya li deşta Mêrdînê re notek hatibû. Me yê çekên BKC yên wê ji cihekî dûr hatibana qada me gihandibana qada Xursê ya heval Rustem jî lê. Sal payîza 91’ê bû. Saleke şilî û baran bû.
Di wextekî êvarî ku mîna asîman kun bibû baran dihat, em gihiştibûn gund. Dema em ketin malekê me sê gerîlayên ku kincên xwe ziwa dikirin dît. Ew jî hê nû hatibûn û li ser piyan bûn. Hevalê parkeyê xwe yê me jêre digot, parkeyê Akademiya Lubnanê, danî erdê û merheba da me, me hîs kir ku hevrê Rustem e. Cîhaneke me ya em nav di seknê de; seknê ji navan derxin di me de ava bibû.
Di hundirê malê de ku nîqaşan dewam dikir, taybetmendiyeke hevrê Rustem a hê ji wê rojê di serê min de mabû, û min kengî ew didît ez dibirim wan rojan hebû. Peyvên wî mîna di nav şemayê de hatibûn şûştin, di hişê mirov de bi cih dibûn. Zehmet bû mirov li hember gotinên wî li ber xwe dibe.
Ez pir kêm li mirovên gotinan bi awayekî neşikin, tiştek ji wan qut nabe û tîpeke wan jî vala naçe bi kar tînin rast hatim. Pir balkêş e ku dema sala 1994’an jî me hevdu dît, dîsa ev taybetmendiya wî bala min kişandibû û min êdî ew bi vê taybet-mendiya wî re wek hev didît. Aliyê herî xurt û xweşik ê PKK’yiyan ev bû. Ev kiribû parçeyek ji kesayeta xwe.
Hemû hevalên li eyaletê berpirsyartî girtibûn, dixwestin bi heval Rustem re bixebitin, hêvî dikirin ku li qada xwe pêre bin. Bi qasî tê bîra min li Mawa ji cephe û xebatên din ên siyasî ew berpirsyar bû. Pratîka herî baş a Mawa di wê pêvajoyê de bû. Gel jêre digot, ‘Xoce’. Qad mînaka herî baş a xebata kolektîf bû.
Di axa ku roja yekemîn, roniya hîvê ya yekemîn lê dide û ava yekemîn bi bereket diherike nav, şêwazê nebata destpêkê ya mezin dibe, tê hişê min. Em dizanin ku em timî kêm behsa wî dikin. Rustem mirovekî pir xweş bû. Ew yarê hemû gelê xwe bû.
Di nav jiyanê de ku te rojên xweş ji hevrêyên xwe re hişt û di carekê de bi kenekî sivik ê bi rûyê melekan dikeve tu ji nav me firiya û çû. Te stran ji me re hiştin û tu çû. Bi kefiyeya xwe ya reş û spî ya te dida serê xwe, di nav şînkahiya zozanên Xinêre de wê ew stranên te digotin bên bîra me. Bi newaya dilşewat a tevlî germahiya deşta Qamişlo dibe, mîna dengvedaneke digihêje çiyayên Bradost tê dilê me germ bikî.
Ez ji destên ku van tîp bi tîp binivîsîne bêpar im. Ez ê zehmetiyan bikişînim dilê dayik, xwişk û birayên me yên li Rezan a Amedê û Serêkaniyê ji wir jî yên gerîlayên li girên eniya Zapê guleyên tolhildanê berdidin, terîf bikim. Ez ê bêjim bila ew di navbera we de bimîne û derbas bibim.”