‘Ji bo azadiya Rêber Apo divê asta çalakiyan were bilindkirin’

 

Gaziyên şer diyar kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo divê asta çalakiyan were bilindkirin û gotin, “Di vê çarçoveyê de pêwîst e çapemenî û ragihandin jî bi rola xwe rabe. Ya me bigihîne serketinê berxwedan û têkoşîn e.”

Gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîdê bi salan e li ser piyan e, bi Pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ku dest bi qonaxeke nû ya têkoşîn û berxwedanê kirin, ev pêngav her çû bû gerdûnî. Weke li hemû qadan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelên li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rê ve dibin û bi şoreşa ava kirine ji hemû civakên bindest û jinan re bûne îlhama azadiyê jî cihê xwe yê di vê pêngavê de bi xurtî girtin.

Têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Apo û şikandina tecrîda bi salan e li ser Rêbertî didome, divê hê bêhtir çi bê kirin, bi taybet li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewce ye çalakî, aktîvîteyên çawa bên kirin me nêrîna gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin.

‘Azadiya Rêber ji bo hemû gelan rêya azadiyê vedike’

Yek ji gaziya şer Zarîn Hesekê diyar kir ku jixwe hevalên gazî beşdarî tevahî çalakiyan dibin û got, “Bi rastî bandora gaziyan li ser raya giştî gelekî mezin e. Divê malbatên hevalên me yên gazî jî hîn bêhtir beşdarî meş û xwepêşandanan bibin. Dîsa hevalên gazî her li kîjan herêmê û qadê bin pêwîst e ji bo çalakiyan werin vexwendin. Jixwe divê pêwendiya maseya çalakiyan bi komeleyên gaziyan re hebe. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê çalakî bi girseyî werin kirin. Pêwîst e jin, ciwan, xwendekarên dibistanan û zanîngehan jî beşdar bibin. Bi taybet jî zarokên şehîd û gaziyan pêwîst e di her çalakî, meş û aktîvîteyên têkildarî azadiya Rêber Apo de cihê di refên herî pêş de bigirin. Ji bo kampanyaya ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ bi serketinê bi encam bibe, divê asta çalakiyan were bilindkirin. Azadiya Rêber Apo tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan rêya azadî û wekheviyê vedike.”

Gaziyê şer Mazlûm Efrîn jî da xuyakirin ku ji bo pêşxistina çalakî û aktîvîteyan divê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatên bi dirûşma, “Civak bi Rêbertiya azad re azad dibe” pêk werin û wiha dewam kir, “Hewce ye di pêşengiya komîteya çand û hunerê de hunermend li hemû herêm û qadan şevbêrkan û hwd. aktîvîteyan li dar bixin.  Dîsa pêwîst e bi awayekî hevbeş di pêşengiya PYD, Kongra Star, Ciwanên Şoreşger, Malbatên Şehîdan, gaziyên şer, saziya perwerdeyê û hwd. de çalakî, meş , civîn û mîtîng werin pêkanîn. Divê di meşan de gaziyên şer, jin, ciwan û zarokên li dibistanan dixwînin di refên pêş de bimeşin.”

‘Divê jin û dayik di çalakiyan de pêşeng bin’

Arîn Koçer a ew jî gaziyeke şer e destnîşan kir ku divê di meş û çalakiyan de rêveber û xebatkarên di nav karên Rêveberiya Xweser de cih digirin, dîsa rûspiyên civakê û kesên navdar jî hebin. Arîn Koçer her wiha got, “Divê bi taybet jin û dayik pêşengiyê ji wan meş, çalakî û aktîvîteyan re bikin. Divê di meş û çalakiyan de her rengê civakê hebin. Dîsa pêwîst e li gor xweseriya herêm û qadan dirûşm û şîar werin gotin. Ligel wan hewce ye li deverên gelê me yê Ereb zêde ne, jî ew çalakî bi xurtî bên organîzekirin. Gelê me yê Ereb ji bo vê şoreşê jî gelek berdêl dane. Zarokên wan canê xwe feda kirin û hevalên me yên Ereb ên gazî jî pir in. Dilsozî û girêdana mirovên me yên Ereb ên bi Rêber Apo divê di asta herî mezin de ji raya giştî re were nîşandan. Di vê çarçoveyê de pêwîst e çapemenî û ragihandin jî bi rola xwe rabe.”

‘Divê Ciwan bi rola xwe ya aktîf rabin’

Gaziyê şer Rêzan Masîro jî anî ziman ku divê têkildarî azadiya Rêber Apo, êrîşên li ser gel, şervan û gerîlayan û xiyaneta mala Barzanî bi tevlîbûna civakê platformên azad, civîn û hevpeyvîn werin lidarxistin û wiha axivî: “Divê li pêşberî navend û baregehên hêzên koalîsyonê çalakiyên rûniştinê bên çêkirin. Pêwîst e mirov bi rojan li wan deveran çalakiyên xwe bidomîne. Hewce ye di van xisûsên min diyar kirin de helwestên gel daîmî bin û kes bêdeng nemîne.”

Gaziyê şer Brûsk Kobanê jî bal kişand ser girîngiya Kobanê ya di berxwedana xwe ya li hember çeteyên DAIŞ’ê de bû yek ji sembola lehengiyê ya li cîhanê û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo divê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêsekn çalakî hebin. Tevgera Ciwanan dikare di vê mijarê de bi rola xwe ya aktîf û dînamîk rabe. Divê her çalakiya me deng vede. Dîsa pêwîst e li Kobanê çalakiyên navendî bên lidarxistin. Divê mirov di vê mijarê de hemû saziyên navneteweyî, yên têkildarî mafên mirovan, jinan û zarokan dixebitin bixe nav tevgerê. Bi rapor û dosyayan hewce ye mirov bala wan bikişîne ser tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li ser gelên me. Divê em dewleta Tirk a faşîst û kiryarên wê yên dijmirovî li hemû cîhanê teşhîr bikin. Bêguman divê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li her welatî em çalakî û meşên xwe zêdetir bikin. Ya me bigihîne serketinê berxwedan û têkoşîn e.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button